Bahoz Sedîq girêbestek ligel tîma Hendirîn îmze kir

19-11-2022
Helebja Sadon
Lîstikvanê ji Rojavayê Kurdistanê Bahoz Sedîq girêbestek ligel tîma Hendirîn îmze kir
Lîstikvanê ji Rojavayê Kurdistanê Bahoz Sedîq girêbestek ligel tîma Hendirîn îmze kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanê futbolê yê ji Rojavayê Kurdistanê Bahoz Sedîq bi girêbestek ligel tîma Hendirîn a li Hewlêrê îmze kir.

Bahoz Sedîq, lîstikvanê futbolê ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev 5 meh in li Hewlêrê dimîne. Berî niha wî li tîmên Amûda, Cîhad û Wesba Sûrî dilîst û di hemû tîman de weke lîstikvanê êrîşber hate naskirin.

Bahoz ji yekê Tebaxa îsal ve girêbestek li gel tîma Hendirîn li Hewlêrê îmze kir, lê bi gotina wî, ew xwedan pilanên mezin e.

Lîstikvanê futbolê Bahoz Sedîq  dibêje: “Piştî ku ez li çend yaneyên xwecihî derketîm, ez di lîstika xwe de pêş ketim, lewma ez tevlî yaneya Amûdê û Cîhad bûm li bajarê Qamişlo. Piştre ligel yaneya Cîhad çûm Şamê. Ez çû tevlî tîma Amûdê jî bûm.  Piştre ez çûm yaneya Wesbê ya Sûrî û di xula nayaba Sûriyê de, me pileya duyem wergirt."

Ji ber rewşa ku Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe, Bahoz ê 26 salî dest bi qonaxeke din kir, lewma biryara guhertina cihê xwe kir.

Bahoz ji tîmên xwecihê  xucehî yên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û heta giha astên bilind li Sûriyê û ev 5 meh in li Herêma Kurdistanê ye û destpêkê li gel tîma Zaxo lîst û niha tevlî tîma Hendirîn bûye.

Bahoz Sedîq  herwiha got: “Min ji 1 Tebaxa îsal ve girêbesta xwe li gel yaneya Hendirîn îmze kir. Girêbesta min li ser werzekê ye, wate ez dê nêzîkî salekî di vê yaneyê de bilîzim."

Bahoz Sedîq  li tîma  Hendirîn ezmûneke nû, lê wî pilan û xewnên mezintir bo xwe danane.

Lîstikvanî Amûdî herwiha got: “Belbet her lîstikvanek dixwaze xwe pêş bixe û ez jî dixazim bo salên bê di yaneyeke mezin de bilîzim û sala bê li yek li welatên Kendavê bim."

Qunax bi qunax, gav bi gav, Bahoz dixwaze ka çawe serkeftin li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tomar kirî, gavêm xwe di nava yarîgehên Herêma Kurdistanê de jî dane, niha jî  gava xwe yekem avêtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst