Amedspor ji Enqereyê bi pûanekê vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li deplasmanê bi Gençlerbirligiyê re 1-1 ma ji Enqereyê bi pûanekê vegeriya.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 9emîn de li deplasmanê bi tîma Enqereyê Gençlerbirligiyê re lîst.

Lîstikvanê Amedsporê Kristijan Lovric xuleka 28an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Gençlerbirligiyê di xuleka 45+1ê de bi gola penaltiyê ya Moussa Djitte bersiv da Amedsporê.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-1 bi dawî bû.

Nîva duyem jî bê gol bi dawî bû û maç 1-1 wekhev qediya û her yekê pûanek wergirt.

Amedspor bi vê wekheviyê gaveke din ji lûtkeyê dûr ket.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 13an û daket rêza 10an.