Boksorê Kurd bû şampiyonê Ewropayê

Hewlêr (Rûdaw) – Boksorê Kurd Agit Kabayel, ku li ser navê Almanyayê beşdarî pêşbirka Şampiyoniya Sikleta Giran a Parzemînê ya Federasyona Boksa Cîhanî (WBA) bû û li hemberî rikeberê xwe yê Yunanî Evgenios Lazaridis bi ser ket û bû şampiyonê Ewropayê yê.

Boksorê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Agit Kabayel (27) li bajarê Elbauparkê yê Almanyayê derket hemberî boksorê Yûnanî Evgenios Lazaridis (32) û di sê raûnda de bi encamên 100-90, 99-91 û 98-92 rikberê xwe têk bir.

Malperên werzîşê yên biyanî derbarê Agit Kabayel de nivîsandine ku Agit li hemberî rikebirê xwe bi awayekî bêqisur êriş kir û di encamê de serkevt.

Di pîşeya xwe de Agit Kabayel di temamiya 20 pêşbirkan de serkevtî bûye û ji wan pêşbirkan 12 caran rikebirê xwe nakavt kiriye.

Agit Kabayel ji sala 2016an ve nasnavê şampiyonê sikleta giran a boksê bi dest xistiye û di rêza boksorên herî baş ên Desteya Boksa Cîhanî de cih digre.

Bokserê Kurd da zanîn ku piştî vê pêşbirkê derfeteke baş jê re çê bûye ku bibe Şampiyonê Cîhanî û got: “Xewna min a ji bo çûna Amerîkayê dibe rastî. Ez niha li bendê me ku li Amerîka û ESPN xwe bihêztir bikim. Niha deme ku weke şampiyoneyê Ewropayê serbikevim.”