Futbolîstê kurd çû tîma Swîsreyê

19-07-2017
RÛDAW
Nîşan Şêrko Kerîmî Kerkûk FC Vaduz Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Futbolîstê kurd Şêrko Kerîm ê lîstikvanê tîma Grasshopper a swîsrî û tîma nîştîmanî ya Iraqê, transferê tîma FC Vaduz a swîsreyê bû.   

 

Îro çarşemê 19-07-2017 Tîma Futbolê ya Vaduzê, ku di xula sereke ya Swîsreyê de cîh digre, bi şêweyekî fermî futbolîstê kurd Şêrko Kerîm anî nav refên xwe.

 

Li ser navnîşana torên civakî ya Fc Vaduzê de hatiye gotin, “Şêrko Kerîmî ji bo salekê ji tîma Grasstopperê hatiye nav tîma me. Ser xêrê be.”

 

Şêrko Kerîmî di sala 1996ê li Kerkûkê ji dayik bûye. Kerîmî futbolîstekî êrîşbir e û di destpêka jiyana xwe ya futbolê de di tîma Şurte ya Iraqê de lîstiye.

 

Şêrko Kerîmî paşî derbasî xula Swîsreyê bû û di tîma Grasstopperê de lîst. Ew di heman demê de lîstikvanê tîma nîştîmanî ya Iraqê ye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst