Xortekî tirk dixwaze bi bîsîklêtê xwe ji çiyayê Agirî berde xwarê

19-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xortê tirk ê bi navê Alperen Kivilcim (24 salî) ku xelkê bajarê Yalova yê Tirkiyê ye, dixwaze bi bîsîklêtê ji çiyayê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê xwe berde xwarê.   

Sporciyê tirk ê bi navê Alperen Kivilcim ku li bajarê Yalovayê yê Tirkiyê dijî, raghiand ku 9 sal e bi werzişa bîsîklêtê re eleqedar dibe û wiha got: "Li Tirkiyê di gellek pêşbaziyên bîsîklêtê de dereceyên min hene, lê di ajotina bîsîklêtê li ser çiyê de sînor hene. Meriv yan dibe yekemîn yan jî dibe duyemîn û sêyemîn. Ji sala 2012an û vir ve derbasî biranşa dowhîllê bûm. Ev tam li gorî min e, lewma di vê werzişê de sînor û dûmahîk tine ye.”

Kivilcim diyar kir ku antremanên vê werzişê li gor yên din zehmet e û wiha xeberda: "Meriv tenê li bîsîklêtê siwar nabe û xwe ser berjêr bernade. Divê xebatên nermkirina bedenê werin kirin, xebatên hevsengî û kordînasyonê lazim in. Antremanên teknîkî pêwîst in, ji bo vê nêzîkî sed caran min xwe ji çiyayê Uludagê berda xwarê. Ji bo çiyayê Agirî jî ev 2 sal e dixebitim. Rojê 6 saet antreman dikim."

Wî xortê tirk destnîşan kir ku dê nêzîkî 40 deqîqeyan bidome û wiha got: "Ji bo vê kordînasyoneke mezin lazim e. Min hemû amadehiyên xwe temam kirin. Dixwazin di hefteya ewil a tebaxê bi sax û silametî bi bîsîklêtê xwe berdim jêr. Ez hêvî dikim ku dê bi vî awayî li Tirkiyê ev werziş were nasîn."

Çiyayê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ketiye nav sînorê bajarê Agirî û bilindiya wî 5 hezar û 137 metre û bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst