Sedemên şikestina bijardeya Spanya

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şampyona cîhanê ya fûtbolê, bijardeya Spanya ji gera yekem a Mondyala sala 2014an li Brazilê derket piştî du şikestinên giran li ser destê Hollanda û Chilli.

 

Duh, 18.06.2014, bijardeya Chilli birînên bijardeya Spanya kûr kirin dema ku bi du golan bê bermaber serkeftin ser bidest xist, piştî ku di lîstika yekem de bijardeya Hollanda karî encamek dîrokî li ser bijardeya Spaniya bidest bixe.

 

Piştî van her du şikestinên mezin û pêşbînî nekirî, helgira nasnava Mondayala 2010an li Elmanya û helgira Kopa Neteweyên Ewropa ji gera yekem de derket derveyî Mondyala 2014an li Brazilê.

 

Karvedanên li ser vî astê xirab yê lîstikvanên Spanya cûda bûn, di vê raportê de em dê nêrîna çend rahêner û pisporên fûtbolê li ser şikestin û derketina bijardeya Spanya pêşkêş bikin.

 

Lîstikvanê bijardeyta Spanya, Xabi Alonso li ser derketina bijardeya xwe got: “Me gelek şaşî kirin, me hebûna xwe di yarîehê de winda kir”, hevdem golparêzê Spaniya, Iker Kasillas şikestina Spanya wiha şîrovekir: “Em pêgirê asta pêwîst nebûn, ev yek sedema şikestina me bû. Lê rastî wiha ye: Em nehêjayê derbasbûna gera duyem bûn.”

 

Rahênerê tîma Arsenal, Arsene Wenger derbarê asta nizim ya Spanya de got: “Baweriya lîstikvanan bi karînên wan kêmbû, bi taybetî li ser asta hêla bergiriyê, herwiha pilaneke alternatîv li cem bijardeya Spanya nebû di lîstikê de.”

 

Rahênerê tîma Chelsea, Jose Mourinho rexne li pilana rahênerê Spanya girt û berpirsiyariya şikestina Spanya xist stûyê wî de û wiha ragihand: “Di her du lîstikên ku Spanya tê de şikestî bi tektîka 5-3-2 liyîst ev yek jî di her du lîstikan de neguherî.”

 

Herwiha Jose Mourinho got: “Di baweriya min de hevrikên Spanyayê pilana lîstika wê fam kirin û xelk ne bêhişe.”

 

Stêrka cîhanî ya fûtbolê Maradona berpirsiyariya şikestin bijardeya Spanya di Mondyala 2014an li Brazilê xiste sûtyî rahênerê wê bijardeyê li ser beşdarîkirina Iker Kasillas di lîstikê de û got: “Pêwîste ew beşdarî lîstikê nebûba.”