Lîga Super a Ewropayê hat avakirin

19-04-2021
RÛDAW
UEFA û FIFAyê biryar şermezar kirin
UEFA û FIFAyê biryar şermezar kirin
Nîşan Arsenal Chelsea Liverpool Barcelona Real Madrid UEFA FIFA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 12 tîmên mezin ên futbolê Lîga Super a Ewropayê ragihandin. UEFA û FIFAyê biryar şermezar kirin. Serokwezîrê Brîtanyayê jî hişyarî da.

Tîmên Arsenal, Chelsea, Liverpool, Manchester City, Manchester United û Tottenham ên Lîga Premier a Îngîltereyê, Atletico Madrid, Barcelona û Real Madrid ên La Ligaya Spanyayê û Milan, Inter Milan û Juventus ên Seria A ya Îtalyayê ragihandin ku wan Lîga Super a Ewropayê (ESL) ava kirine.

Li gor daxuyaniya hevbeş a wan tîman, Serokê Real Madrîdê Florentino Perez di heman demê de wek Serokê Lîga Super a Ewropayê (ESL) hatiye destnîşankirin.

Damezrênerên ESLê diyar jî kirine ku ew dixwazin hevkariyê li gel UEFA, FIFA û federasyonên futbolê yên Ewropa û cîhanê bikin û “baştirîn encaman bidest bixin.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ev tîmên damezrênerên lîga nû wek pêşekî dê 3,5 milyar euro (4,19 milyar dolar) hîbe werbigirin.

Bernamaya Lîga ESL

Li gor bernameya hatiye aşkerekirin jî, pêşbirêkên vê lîgê dê di nava hefteyê de bên lîstin û herwiha ew tîm dê di lîgên xwe de jî li ser sîstema niha berdewam bin û hatiye gotin ku 3 tîmên din jî dê beşdar bin, lê navên wan nehatine aşkerekirin.

Her li gor bernameyê, biyar e, Lîga ESL meha Tebaxê dê destpê bike û pêşbirk 15 jê damezrêner dê di navbera 20 tîman de birêve biçin. Ew 5 tîmên din dê li gor serkeftinên wan ên sezona berê bên destnîşankirin.

Hatiye diyarkirin, di çarçova wê lîgê de dê 2 grûp hebin û di her grûpekê de 10 tîm dê cih bigirin. Her sê tîmên yekem ên grûpan dê derkevin bo qonaxa fînala çaryek û tîmên di rêzbendiya 4 û 5 de jî dê bi play-offê hewl bidin derkevin wê qonaxê.

Wan tîmên mezin ênj Ewropayê aşkere jî kirine ku di nêzîktirîn dem de dê ji bo tîmên futbolê yên jinan jî lîgeke bi vî awayî bê avakirin.

Çima niha?

Li Ewropayê ev heyamek e kalîteya lîg û turnuvayên heyî cihê nîqaşê bû û sala derbasbûyî banka JP Morgan jî di nav de, behsa lîgeke nû dihat kirin ku budceya wê 4.6 milyar Euro be û cihê Lîga Şampiyonan bigire.

Dihat çaverîkirin Lîga Şampiyonan (UEFA Champions League) jî destpêka vê hefteyê sîstema xwe biguhere bi şêwazekî ku 36 tîman li xwe bigire.

Biryar e sîstema nû 2024an bê cîbicîkirin û bi kêmanî heta 2033an berdewam be. Di sîstema niha ya Lîga Şampiyonan de 32 tîm dikevin pêşbaziyê.

Guhertina sîstema Lîga Şampiyonan jî bi wê mebestê bo ku rê li ber avakirina lîgeke alternatîv bê girtin û ew plan bên rakirin.

Lê ev tîmên mezin ku lîga ESL ava kirine, di wê baweriyê de ne ku reformên ji aliyê UEFAyê ve tên kirin têrî nakin.

Tîmên ESLê di daxuyaniya xwe de amaje bi rewşa Coronayê kirine û diyar kirine ku modela aborî ya Ewropayê ya niha bêseqamgiriya di warê futbolê de kûrtir dike.

Ew tîm dibêjin, “Di heyama mehên derbasbûyî de me li gel aliyan li ser pêşeroja şampiyonên Ewropayê hevdîtinên berfireh kirin. Tîmên damezrêner di wê baweriyê de ne ku pêşniyazên tên kirin pirsgirêkên heyî çareser nakin.”

Rêveberên tîmên damezrêner ên lîga ESL jî dibêjin, wan ev lîg ragihandiye ku rikaberiya di futbola Ewropayê de zêdetir bikin û sektora futbolê di warên aborî û kalîteyê de pêşdetir biçe.

Serokê Real Madrîdê Florentino Perez ku wek Serokê ESL jî hatiye destnîşankirin, dibêje, “Futbol tekane spor e ku zêdetirî 4 milyar şopînerên wê hene. Berpirsyariya tîmên mezin e ku daxwazên alîgiran cîbicî bikin.”

Karvedanên li hember ESLê

UEFA, FIFA, Lîga Premier a  Îngîltereyê û herwiha Serokwezîrê Îngîlterê Boris Johnson avakirina lîgeke nû ji aliyê wan tîman ve bi tundî şermezar kirin.

UEFA ew hewldan wek pêkenok binav kir û ragihand ku ew dê tedbîrên pêwîst bigirin bo rêlibergirtina vê lîgê.

Her di daxuyaniya xwe de UEFAyê hişyarî jî da ku ew futbolîstên ku cih di vê lîga nû da bigirin dê ji pêşbirkên lîgên xwecihî, lîgên Ewropayê û tîmên niştimanî bên redkirin û nikarin cih tê de bigirin.

FIFAyê jî ragihandina lîgeke nû red kir û bang li aliyan kir ku aram bin û bi diyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson jî li hejmara xwe ya Twitterê ragihand ku ew plan dê ziyaneke mezin bigihîne futbolê û piştevaniya xwe ji her hewleke li dijî vê lîgê ragihand û daxwaz jî kir ku lîgên Îngîltereyê yên di nava vê lîgê de zelalkirinekê bikin.

“Ev xiyanet e û nayê efûkirin”

Grûpên alîgiran jî pêşwazî li lîga nû nekirin. Spirit of Shankly (SOS) ku yek ji mezintîrin grûpa alîgirên tîma Liverpoolê ye rexne li biryara Fenway Sports Group (FSG) girtin ku xwediya wê tîmê ye û ragihand ku ew li hember vê biryarê “acêbmayîn e.”

Grûpa navborî got jî, “FSG di demekê de ku bi awayekî çavbircî li pey pere ye, alîgir ji nedîtive hat. Tîma me ya me ye, ne ya we ye.”

Alîgirên tîma Chelsea jî ev wek biryareke ku “nayê efûkirin” binav kir û ragihand, ku ew rastî xiyanetê hatine.

Alîgirên tîma Arsenalê jî biryara beşdarbûna nav Lîga Super a Ewropayê wek dawiya wê tîmê binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst