Futbolîstê Kurd transferî Denîzlîsporê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurdê Feylî, Ahmed Yasîn bi tîma Super Lîga Tirkiyê Denîzlîsporê re ji bo sal û nîvek peyman îmze kir.

Yukatel Denîzlîspor bi futbilîstê 29 salî yê Kurdê Feylî Ahmet Yasîn ê ku di tîma BK Hacken a Swedî de dileyîst re lihevkirin.

Hat zanîn ku herdu ali li ser 1 sal bi opsiyon 1,5 sal lihevkirine.

Denîzlîsporê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de wiha got “Em ji Ahmed Yasîn ê ku di Tîma Netewî ya Iraqê de dileyîze dibêjin bixêr hatî, di bin formayê me yê kesk-reş de serkeftinê dixwazin.” 

Ahmed Yasîn berê di tîmên BK Forward û Orabro yên Swêdî de dileyîst piştre transfer tîma Aarhus a Danemarkî bû. Dûv re, Ahmed Yasîn dîsa vegeriya Swêdê û di tîmên AIK Solan û Hackenê de leyîst. Piştî vê derê derbasî tîma Qatarî ya Al-Khorê bû.

Ahmed Yasîn di 22ê Nîsana 1991an de li Bexdayê di malbateke Kurdên Feylî de ji dayîk bûye.