Messi ji Barselona diçe

18-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Medyaya werzişî ya Spaniyayê belav kiriye ku êdî îdareya Barselona li pêş çûna Messi stêrka wê tîmê bo tîmek din, ranaweste.

Rojnameya Sport, a nêzîkî Barselona, ragihand ku tî a Fransî ya Paris Saint Girman (PSG)berî niha daxwaz ji Barselona kiribû da ku lîstikvanê wê Messi bikire.

Li gor rojnameyê, îdareaya Barselona ev daxwaza PSG red nekiriye û hin amaje hene ku Barselona vê daxwaza PSG di nav xwe de gotûbêje dike.

PSG, wek ku hatiye ragihandin, bi qasî 250 milyon Euro terxan kiriye ji bo ku Messi bîne nav rêzên tîma xwe.

Ji aliyek din ve rojnameya werzişî ya As jî belav kir ku sedema nizmiya astê Messi di lîstikên borî de, bo wê yekê vedigere ku Messi hest kiriye ku îdareya Barselona bêrêzî li himber wî kirine.

Messi xwestiye ku heta heta di nava rêzên Barselona de bimîne, lê îdareya Barselona niha daxwaza PSG bo kirîna Messi gotûbêj dike û ew daxwaz red nekiriye.

Ji bilî Paris Saint Girman, tîma Înglîzî ya Manchester City jî daxwaz ji îdareya Barselona kiriye da ku bi wan re bikeve danûstanê de bo kirîna Messi.

Di himber de rojnameya Mondo Diportivo belav kiriye ku çarenivîsa Messi li Barselona girêdayî nûkirina girêbesta wî ye, ku dê di hefteyên bê de diyar bibe.

Herwiha Mondo Diportivo di raporta xwe de aşkere kiriye ku îdareya Barselona çend caran hişyarî daye Messi ku êdî nabe destêwerdana karên navxweyî yên îdareyê wê tîmê bike, lewma astê Messi di van lîstikên dawiyê de nizim bûye.

Hêjayî gortinê ye ku di heyama 10 rojan de Barselona 3 caran şikest, bi şikestina yekem ji şampiyoniya Ewropayê derket, şikesta duyem daket pileya sêyem di rêzbendiya La Ligayê de û şikestina sêyem li beramberî hevrika wê ya dîrokî Real Madrid bû ku di encamê de nasnava kûpa şahê Spaniyayê ya bi navê “Kopa Del Rey” jidets da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst