Li Amedê du Diyarbakirspor: Yek daket, yek biserket

 

Amed (Rûdaw) - Diyarbakirspor ket lîga amatoran, Diyarbakirspora Nû ji lîga amatoran derbasî lîga 3’emîn bû.

Li Amedê îsal di futbolê de du şampiyonî dihatin çaverêkirin. Yek ji wan dawiya heftiya borî pêkhat ya din jî eger surprîzeke xirab nebe, wê heta du heftiyan bibe şampiyon. Diyarbakirspor di dîroka xwe ya 45 salan de cara yekemîn kete lîga amatoran, lê Diyarbakirspora Nû di lîga amatoran de bû şampiyon û di hêla matematîkî de maf stand ku du hefte beriya bidawîbûna sezonê derbasî lîga profesyonel bibe.

Roja şemiya borî Diyarbakirspor a nû ligel tîma Wanê, Van DSİSporê leyîst û wê 5:0 têkbir û bû şampiyonê lîgê. Piştî maçê alîgir daketin saheyê û serkeftinê pîroz kirin, heftiya bê jî wê hunermend werin û şahiyeke fermî bê lidarxistin. Diyarbakirspora Nû di 10 maçên dawî de qet têkneçû. Di 45 deqeyê pêşîn de Diyarbakirspora Nû çar gol avêtin qeleya tîma Wanê û gola dawî jî di deqeya 75’emîn de avêt.

Diskispor li benda pûanekî ye

Amedî çaverê dikin ku Diskispor jî bibe şampiyona lîga 3’yemîn, lê heftiya borî Diskispor di saheya xwe de ligel Pazarsporê 1:1 wekhev ma û sahiya şampiyoniyê hîşt heta heftiya bê. Di çar maçên dawî de Diskispor tenê pûanek jî bistîne dibe şampiyon