KÛPA SWÊDÊ – Dalkurd di yekemîn yariya xwe de ser nekevt

18-02-2018
RÛDAW
Nîşan Dalkurd Swêd Kûpa Malmo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yaneya Dalkurdê di yekemîn yariya Kûpa Swêdê de derkete pêşberê yaneya Malmo û 3 xal ji dest dan.

 

Dalkurd di çarçoveya Koma A ya Kûpa Swêdê de bû mêhvanê yaneya Malmoyê.

 

Beşda yekem a yariyê bê gol bi encam bû. Di beşa duyem de, di xuleka 87ê de yarîzanê Malmo Markus Rosenberg bi lêdana penaltiyê golek tomar kir û yarî bi 1-0 bidawî bû.

 

Di yariya din a Koma A de yaneya Brommapojkarna            li hember yaneya Gefle bi 2 – 0 serkevt.

 

Piştî van encaman Brommapojkarna û Malmo bi 3 xalan bûne yekem û duyemê rêzbendê. Dalkurd rêza sêyem û Gefle jî rêza çarem girt.

 

Di yariya duyemîn de Dalkurd dê roja Yekşema bê bibe mêhvanê Brommapojkarna û Malmo jî rûbirûyê Gefle bibe.

 

Di Kûpa Swêdê de 8 kom hene û di her komê de yekem û duyemên rêzbendê dê derkevin qonaxeke serve û paşî bi awayekî vavartin bi hevre bilîzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst