Golparêza tîma jinan a Îranê jin e yan mêr e?

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Urdinê derbarê îddîayên ku tê gotin, “golparêzê tîma jinan a Îranê ne jin, lê mêr e” gilî li FIFAyê tomar kir.

Federasyona Futbolê ya Urdinê ragihand ku golparêza tîma jinan a Îranê Zuhre Kodayî ku penaltiyek derxist û bi vî awayî tîma Îranê bi serket, ne jin lê mêr e û li ser vê mijarê serî li Konfederasyona Futbolê ya Asyayê dane û ew daxwaz dikin ku zayenda wê futbolîstê bê piştrastkirin.

Federasyona Futbolê ya Urdinê ku rijd e li ser îddîayên xwe, têkildarî vê mijarê li dijî tîma Îranê li FIFAyê jî gilî tomar kir.

Serokê Federasyona Futbolê ya Urdinê Ali Bin Al-Hussein nameya giliya li dijî tîma Îranê li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir û di wê nameyê de hatiye, “Eger derbarê lîstikvanekê de guman hebe, demildest divê lêpirsîn bê destpêkirin. Li ser vê mijarê em bang li FIFAyê dikin bi erkê xwe rabe.”

Federasyona Futbolê ya Urdinê (JFA) eşkere jî kir ku heta niha li ser giliya wan, FIFAyê ti bersivek nedaye wan.

Lîstika ku bûye sedema krîzekê di navbera herdu welatan de, roja 25ê Îlonê birêve çû û di encama penaltiyan de tîma jinan a Îranê tîma Urdinê têk bir.

Li aliyê din Îran jî îddîayên Urdinê red dike û Rahênera Tîma Jinan a Îranê Meryem Îrandost dibêje, “Gotinên derbarê Zuhre Kodayî de ne rast in. Lê asayî ye ku Urdin giliyeke bi vî rengî tomar bike. Ji ber ku ew têk çûn.”

Medya Îranê jî belav kir ku test ji bo Zuhre Kodayî hatiye kirin û diyar bûye ku îddîayên derbarê Kodayî de nerast in.

Zuhre Kodayî ku niha nîqaş li ser zayenda wê hene, temenê wê 32 sal in û di piraniya lîstik û çalakiyên tîma futbolê ya jinan a Îranê de cih girtiye û heyameke dirêj e werzişê dike.

Ev bûyer di demekê de ye ku sala 2015an jî diyar bûbû ku 8 lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Îranê mêr in ku plan dikirin zayenda xwe biguherin û ev zanyarî hatibû piştrastkirin.

Berdevkê Lîga Futbolê ya Îranê Modtabî Şarîfî, piştî ku ew zanyarî li ser medyayê belav bûn, daxuyaniyek dabû û piştrast kiribû ku ew her 8 lîstikvanên tîma futbolê ya jinan a Îranê mêr in û diyar kiribû ku ji bo parastina ewlehiya wan, navên futbolîstan eşkere nakin.