Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li deplasmanê li hemberî 68 Aksaraysporê 2-1 bi ser ket.
Di pêşbirka hefteya 4emîn a Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de 68 Aksarayspor û Amedspor li Stadyûma Aksaray Dagilganê hatin hemberî hev.
Beriya ku maç dest pê bike li stadyûmê strana nijadperest a “Ez bimirim Tirkiyeya min” hat lêxistin.
Nîveka yekem a pêşbirkê bê gol bi dawî bû.
Di xuleka 63yan de kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan tîma xwe 1-0 xist pêş.
Di xuleka 77emîn de lîstikvanê Aksaraysporê Yasîn Abdîoglu li ser navê tîma xwe bi penaltiyê gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.
Amedsporê xuleka 86an penaltiyek bi dest xist.
Kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan penaltî kir gol û careke din Amedspor 2-1 xist pêş.
Amedspor, bi vê encamê li deplasmanê bi bû xwediyê 3 pûanan.
Amedspor bi vê encamê, vê sezonê cara yekem li deplasmanê bi ser ket û di grûpa xwe de duyemîn.
Amedspor dê 23yê Îlonê de li Stadyûma Diyarbakirê bi Îskenderûnsporê re bilîze.
#Amedspor li hemberî Aksaraysporê 2-1 bi ser ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 17, 2023
📸Amedspor pic.twitter.com/6uNItzbrwb
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse