Rio 2016 – Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê medal wergirt

Navenda Nûçeyan – Werzişkarekî din ê Kurd di yariyên Olympîka Rio 2016an de medal wegirt û bû duyem Kurd ê ku di vê olympîkê de medal bi dest xistine.

 

Olympîka Rio 2016 li welatê Brazîlê berdewam e. Di çarçoveya yariyên Olympîka Rio de, Werzişkarê Kurd Senah Şerîetî medala Bronz wergirt û bû duyem Kurd ku di olympîka Brazîlê de medal wergirtine.

 

Sebah Şerîetî di yariyên zoranbaziyê de û weke werzişkarê tîma Azerbaycanê beşdarî di olympîka îsal de kiriye û di wezna 130 kg de karî ji nav 19 yarîzanan pileya sêyem bi dest bîne û medala Bronzê bi dest bixe.

 

Rûdawê wek yekemîn medyaya Kurdî hevpeyvînek li gel wî pehlevanê Kurd kiriye, ku dê di hejmara dahatî ya heftenameya Rûdaw a Werzişî de were belavkirin.

 

Sebah Şerîetî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.