Barcelonayê Robert Lewandowski transfer kir

17-07-2022
RÛDAW
Nîşan Robert Lewandowski Barcelona Bayern Munich
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Barcelona ya Katalonyayê ragihand ku wan bi tîma Almanyayê Bayern Munich re ji bo transfera lîstikvanê Polonî Robert Lewandowski li hev kirine.

Tîma Barcelonayê ragihand ku Robert Lewandowski yê 33 salî piştî kontrolên tenduristiyê dê girêbestê îmze bike.

Di nûçeyên di çapemeniya Almanyayê de hat îdiakirin ku ev transfer di berdêla 50 milyon Euroyî ya bi bonservîsê de pêk hatiye.

Rêveberê Sportîf ê Bayern Munichê Hesen Salihamidzic got, “Robert Lewandowski di Bayern Munichê de karekî baş kir. Piştî ku em demeke dirêj bi Barcelonayê re axivîn, me hûrgilî zelal kirin. Em jê re serketinê dixwazin.”

Lîstikvanê xwedî ezmûn di sala 2010an de piştî lîstika xwe ya serkeftî li tîmên wek Znicz Pruszkow û Lech Poznan ê li welatê xwe, derbasî tîma Borussia Dortmund a Almanyayê bibû. Lewandowski yê ku li Borussia Dortmundê bi avêtina golan bal kişandibûn ser xwe, piştî ku girêbesta wî di sala 2014an de bi dawî hat, çû Bayern Munichê.

Lewandowski di karîyera xwe ya serkeftî ya Bayern Munichê de 8 Lîgên Almanyayê (Bundesliga), 5 Kupayên Super ên Almanyayê, 3 Kupayên Almanyayê, Lîga Şampiyonan a UEFAyê, Kûpaya Super a UEFAyê û Kupayên Kupaya Cîhanê ya Klûbên FIFA bi dest xistin.

Lîstikvanê Polonyayî yê ku ji bo Bayern Munichê 375 lîstik lîstin, 344 gol avêtin û 72 asîst kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst