Mourinho bû mijara pirtûka Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hola Akademiya Kurdî ya li bajarê Hewlêrê, di civîneke rojnamevanî de pirtûka bi navê “Jose Mourinho, Bingehên Serkeftinê û Nehêniyên Dijberiya Barcelona” hate nasandin.

 

Di civîna rojnamevanî de hejmarek berpirsên werzîşê û rojnamevan amade bûn. Produser û bêjerê nûçeyên werzîşê yê Tora Medyaya Rûdawê Erselan Ebdulah ku ev pirtûk ji zimanê Erebî wergerandiye Kurdî behsa giringiya vê pirtûkê kir.

 

Ebdulah diyar kirk u bi taybet rahêner û werzîşvanên Kurdistanê dikarin bi xwendina vê pirtûkê sûdê ji ezmûnên Mourinho werbigrin û herwiha nihêniyên serkeftina wî bizanin.

 

Erselan Ebdulah daxuyand ku di pirtûkê de behsa nehêniyên dijberiya Barcelonayê jî hatiye kirin.

 

Pirtûka bi navê “Jose Mourinho, Bingehên Serkeftinê û Nehêniyên Dijberiya Barcelona” 192 rûpel e û ji çennd beşan pêk tê. Pirtûk îro kete bazarê.

 

Erselan Ebdulah herwiha got ku ev kar ji bo dewlemandkirina pirtûkxaneya kurdî ya werzîşê, berdewamiya pêngaveke din ê nivîskar û medyakarên Kurd e. Ebdullah diyar kir ku pirtûkxaneya kurdî ji aliyê berhemên werzîşê ve pir hêjar e.