FC Kurdistan û Hilal countdown dikin

Hagen (Rûdaw) - Cend hefte beriya bidawîbûna lîga herêmî ya bajarê Hagenê, coş û heyecan di nava tîmên futbolê de bilind bû. FC Kurdistan û tîma Tirkan Hilalspor roja yekşemê ji bo rêza duyem a lîgê maç dileyîzin.

Têkoşîna ji bo rêza duyemîn di Kreisliga B de li herêma Hagenê giha asta bilind. Du tîmên dijber, FC Kurdistan û Hilalspor cara duyem tên hemberê hev. Maça yekem di saheya FC Kurdistanê de hat leyîstin û tîma Kurdan 4-1 bi serket li himberê Hilalsporê. Maça rovanşê jî roja 13ê Nîsanê di saheya Hilalsporê de tê leyîstin. Rêvebirê FC Kurdistan Necatî Çelik daxuyand, eger FC Kurdistan biserkeve wê bibe duyemînê lîgê û şansa wê çêdibe ku derbasî Grûba A bibe. Pûanên Fc Kurdistan niha 32 ne, du rêza 3’yemîn de cih digire, pûanên Hilalspor jî 29 in û di rêza 4’emîn de ye.