Muhsin Bayrak plana kirîna Chelsea ji Rûdawê re aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd Muhsin Bayrak plana xwe ya ji bo kirîna tîma Chelsea ya Brîtanyayê ji Rûdawê re aşkere kir û got, “Eger ez bibim xwediyê Chelsea ez dê derfetan ji bo futbolîstên Kurd pêk bînim.” Bayrak dibêje jî, "Dema em ji welatê xwe derketin em bê pere bûn, lê niha em gihiştine asteke cîhanî."

`Abramovich dostê me ye`

Karsazê Kurd Muhsin Bayrak bo tîma Chelsea ya Brîtanyayê ji milyarderê Rûsî Roman Abramovich bikire wê roja Înê 18ê Adarê teklîfa xwe pêşkêş bike.

Milyarderê Kurd Muhsin Bayrak beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa plana xwe ya kirîna Chelsea kir.

Muhsin Bayrak ji Rûdawê re diyar kir ku wan roja 24ê Sibatê guftugo li gel milyarderê Rûsî Roman Abramovich destpê kir û got, “Abramovich ji xwe dostê me ye. Hêj mijara firotina tîmê li medyayê belav nebûbû me amadebûna xwe nîşan da bo ku tîmê bikirin û paşê heta 1ê Adarê li welatên din 6-7 kiryarên tîmê zêde bûn.”

`Ez Zaza me, ez Kurd im...`

Karsazê Kurd li ser kar û xebatên xwe jî got, “Em jibilî Tirkiyê li 5 ta 7 welatên mezin kar dikin, 12 hezar karkerên me hene, di 4-5 warên ciyawaz de, malbata min jî mezin e û dahateke me ya zêde heye û em karekî gelek baş dikin û ev jî bûye sedem ku karên me gelek baş diçin.”

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ka gelo “Çima dixwaze tîma Chelsea bikire?” got, “Ji bo prestîja Tirkiyê, ji bo prestîja holdîngê û ji bo karên veberhênanê em dixwazin vî karî bikin, jibilî wê jî ez gelek ji wê tîmê hez dikim û eger em wê tîmê bikirin karên me gelek zêdetir pêş ve diçin û navê me jî li cîhanê zêdetir belav dibe û em zêdetir pêş dikevin.”

Li ser nasnameya xwe jî Muhsin Bayrak dibêje, “Ez Zaza me, ez Kurd im, Tirk im û li Tirkiyê ne, karên gelek baş dikin û gelek bihizûr in jî. Gencên Kurd bila kar bikin û dema kar dikin dibin xwediyê her tiştî. Ev 30 sal e em hatine Stenbolê û em ji bo karkirinê hatin Stenbolê ji Bedlîsê û ew karê em niha dikin em gihandin asteke cîhanî.”

`Em dê derfetan bidin lîstikvanên Kurd`

Eger Muhsin Bayrak Chelsea kirî, çi bo futbolîstên Kurdan dike û ti tiştekî Kurdî li tîmê zêde dike?, karsazê Kurd li ser vê pirsê dibêje, “Di felsefeya me de cudakarî tune ye. Em gelek derfetan bidin lîstikvanên Kurd û Tirk jî. Li cîhanê kesên kesên gelek baş li gel me kar dikin û em gelek derfetan didin û hindî ji me bê em ji Tirkiyê dibin, Kurd an Tirk e û bixin ser kar. Kurdistan jî ji bo me xwedî girîngiyeke zêde ye.”

Li ser pirsa “Dê çend pare pêşkêş bike ji bo kirîna tîma Chelsea?” milyarderê Kurd dibêje, “Dema ku zanîn ji Tirkiyê kesek derket û dê bibe xwediyê Chelsea, Donald Trump û hemû milyarderên din ên cîhanî gotin, `bila Muhsin Bayrak nekire, em dê bikirin. `. Roman Abramovich roja 14ê Adarê karên xwe yên li Brîtanyayê ragirtin û me jî bi fermî daxwaza kirîna tîmê kir. Eger wê şevê dest bi ser samana Abramovich de nehatiba girtin, roja 14ê mehê ez dibûm xwediyê tîma Chelsea. Brîtanî jî dixwazin tîm li aliyê Îngîlîzan bimîne.”

` Me 2.2 milyar Sterlin pêşkêş kir`

Muhsin Bayrak dibêje, “Me 2.2 milyar Sterlin pêşkêş kir bo ku tîma Chelsea bikir. Me milyarek Sterlin ji fonekê amade kir û beşa mayî jî li Yunanê marînayeke min heye min dê em bifirota û li Montanegro giravek heye ku nivî ya min e û nivî jî ya Abramovich e û min dê ew bida wî. A mayî jî ABG Coin pereyê Krîpto heye û me dê 400 milyon dolar jî pareyê krîpto daba û bi vî awayî xilas dibû. Niha kar li aliyê dewletê ye, lê em ne miletekî fersendparêz in, bo nimûne me li gel Abramovich li hev kir, lê dewletê dest danî ser samanên Abramovich û gelo ez dê çawa bi dewleta Brîtanya bawer bim û veberhênanê bikim. Me rizamendiya wî wergirt û wî jî got, `ez dixwazim tu bistînî.` Lê me roja Çarşemê daxwaza xwe bi fermî pêşkêşî hikûmeta Brîtanyayê kir û daxwaza me hatiye qebûlkirin û sibe dê giftugo dê li ser bê kirin û înşallah hefteya bê em dê tîmê werbigirin.”

Derbarê rikaberên xwe de jî karsazê Kurd dibêje, “Bi rastî em niha nizanin ka çend teklîf hene, lê teklîf hene. Lê em wî bihayê berî niha nadin, ji ber ku niha sponsor jê vekişiyane. Bo nimûne dema ku me bistanda, rêveberên me bi kompanyaya Nike re axivîn, 900 milyon sterlin bo 3 sal sponsoriyê me dê bistanda. Lê niha Nike vekişiyaye û eger ez niha bistînim ev sponsor hemû dê vegerin.”

Helwesta Abramovich

Muhsin Bayrak dibêje, “Niha eger Chelsea bidin kesekî Ereb, milet bi rastî naxwaze. Abramovich bi xwe ji xwe naxwaze bidin Amerîkiyan û Ewropiyan. Abramovich dibêje, `bila Tirkiye bistîne, bila Muhsin Bayrak bistîne. Tîm a Abramovich e lê rêveberiyeke tîmê heye û bo nimûne niha îro ji rêveberiyê mail hatiye û em wek xwedî qebûl kirine û ez gelek jî hestyar bûm gotin, `pêşbirka me heye, lê em bi firokeyê nikarin û em bi otobusê diçin pêşbirkê.` Înşallah em dê hefteya bê vî karî xilas bikin.”

Li ser planên ji bo Chelsea jî karsazê Kurd tekez dike, “Ev karê vîzyonê ye, eger kesekî vîzyona wî tune be, ji xwe nikare li derve bazirganiyê bike û nikare bibe kiryarê tîmê jî. Eger em bistînin cîhan jî dê wê vîzyonê di nava salekê de bibîne. Muhsin Bayrak kî ye, vîzyona wî çi ye? Dema em ji welatê xwe derketin em bê pere hatin vî welatî. Eger vîzyoneke me tune bûya, ji xwe em nedihatin heta îro jî. Înşallah dê tiştên gelek baş çêbibin, hesab û plana wê dê bê kirin.”

Helwesta hikûmeta Tirkiyê

Karsazê Kurd li ser helwesta hikûmetê jî dibêje, “Me heta niha ji hikûmeta Tirkiyê ti tiştek nexwestiye lê hikûmet dixwaze ez bikirim ji ber ku ev ji bo Tirkiyê jî şerefek e û vîzyoneke mezin e. Niha Tirkiye hemû bûye yek ku ez Chelsea bikirim û ev ji bo me şerefeke gelek mezin e. Di futbolê de kêf heye û hêvîdar im ev şer jî ji cîhanê xilas bibin û her kes aramiyê bibîne.”

Serokê Kompanyaya Binyatnan û Veberhênanê ya AB Grup Holdîng Muhsin Bayrak, yek ji dewlementirîn sermayedarên Tirkiye ye û malbata wî jî yek ji malbatên mezin û naskirî yên herêma Motkî ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye. Bayrak ku yek ji kesayetiyên diyar ên Bedlîsê ye, ji bilî Tirkiyê, li Yunan, Îtalya, Almanya, Brîtanya û Îspanyayê jî veberhênanê dike.

Muhsin Bayrak ji salên 90î ve ligel malbata xwe li Stenbolê dijî û xwendina xwe jî li wî bajarî temam kiriye. Bayrak derçûyê beşa Endazyariya Avahîsaziyê ye, sala 1999an Kompanya AB Grup Holding damezrand û li navxwe û derveyî Tirkiyê li ser karûbarên xwe berdewam e.