Karsazê Kurd bo Tîma Chelsea bikire sibe teklîfa xwe pêşkêş dike

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd Muhsin Bayrak bo tîma Chelsea ya Brîtanyayê ji milyarderê Rûsî Roman Abramovich bikire dê roja Înê 18ê Adarê teklîfa xwe pêşkêş bike.

Di derbarê vê yekê de Karsazê Kurd Bayrak dibêje ew dê sibe teklîfa xwe pêşkêş bike, lê bo lihev bikin pêwîste xwediyê tîma futbolê Abramovich razî bibe. Bayrak ragihand ku ew dê 1 milyar pound pêşin bide, lê ger pêwîstî bi zêdetir hebû ew dê krediyê bikişîne.

Herwiha di nav teklîfa wî ya despêkê de ji kompanya xwe radestkirina diravên kripto jî heye ku 400 milyon dolar e.

Muhsin Bayrak ji Reuters re axivî û got piştî daxwaza kirîna Chelsea, rêveberên wê gotine divê heta roja Înê teklîfa xwe pêşkêşî wan bike.

Berî sizayên ser Rusyayê, Bayrak bo kirîna vê tîmê teklîfa 2,2 milyar Pound dabû Abramovich. Lê piştî cezayan û vekişîna kompanyayên sponsor Bayrak got nirxê bazarê yê tîma futbolê hatiye guhertin.

Abramovich di sala 2003an de Chelsea bi 140 milyon pound kirîbû. Karsazê Kurd jî dibêje, hêza wan a bikaribin Chelsea bikirin heye.

Bayrak meha borî cara yekê ligel Abramovich derbarê vê mijarê de bi telefonê axivîbû. Berî du heftiyan li Stenbolê hevdîtin û biryare vê heftiyê jî li Tirkiye bicivin û li ser vê teklîfê biryarekê bidin.

Karsazê Kurd Muhsin Bayrak ji malbateke naskirî ya herêma Motkî ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye. Bayrak ku yek ji kesayetiyên diyar ên Bedlîsê ye, ji bilî Tirkiyê, li Yunan, Îtalya, Almanya, Brîtanya û Îspanyayê jî veberhênanê dike.

Muhsin Bayrak ji salên 90î ve ligel malbata xwe li Stenbolê dijî û xwendina xwe jî li wî bajarî temam kiriye. Bayrak derçûyê beşa Endazyariya Avahîsaziyê ye, sala 1999an Kompanya AB Grup Holding damezrand û li navxwe û derveyî Tirkiyê li ser karûbarên xwe berdewam e.