Birîndarên şerê DAIŞê tîmeke voleybolê ava kir

16-11-2023
RÛDAW
Tîmeke voleybolê ji bo kesên anstengdar hatiye damezrandin
Tîmeke voleybolê ji bo kesên anstengdar hatiye damezrandin
Nîşan Astengdar Şerê DAIŞê Birîndar Voleybol Mûsil
A+ A-

FÎÇER – Li bajarê Mûsilê tîmeke voleybolê ji bo kesên anstengdar hatiye damezrandin û qurbaniyên şerê DAIŞê di wê tîmê de beşdar in.

Hîşam Ebdilxaliq xortekî astengdar ango xwedî pêwîstiytên taybet ê ji Parêzgeha Mûsilê ye.

Hîşam bi sedema şerê DAIŞê lingekî xwe ji dest daye û niha li Mûsilê şofêrê teksiyê ye.

Lê Hîşam her hefte 4 rojan li gel neh kesên din ên wekî xwe, li Hola Werziş û Ciwanan a Mûsilê rahênanê dike.

Hîşam û hevalên xwe tîmek pêk aniye û dixwazin beşdarî kursên navdewletî bibin, ji bo beşdarî jiyana civakî ya civakê bibin û jê neyên veneqetin.

“Dîtina zarokên min hêzeke zêdetir dide min”

Hîşam Ebdilxaliq ji Rûdawê re got:

“Tiştê ku westîna min ji bîra min dibe û dibe sedem ku ez bêtir jî kar bikim û li ser karê xwe berdewam bim, tevî ku karê min sade ye û ez ajokarê teksiyê me, dîtina zarokên min e. Dîtina wan hêzeke zêdetir dide min.”

Hîşam zewicî ye û keçek û kurekî wî heye. Ew her roj nêzîkî 10 demjimêran şofêriya teksiyê dike.

Ew dixwaze lingekî destçêkirî jê re were dirustkirin û zarokên wî bi xweşî bijîn.

Dixwazim lingekî destçêkirî ji min re bê çêkirin

Hîşam Ebdilxaliq wiha daxwazên xwe anî ziman:

“Ez ji vî welatî daxwaz dikim ku lingekî destçêkirî ji min re dirust bike, çimkî ez ciwan im û pêwîstiya min bi kar heye.

Ez dixwazim karekî li gor asta min bidin min. Min beşa darayî û bankî li zanîngehê qedandiye, zêdeyî 10 salan e ez derçûme û weke hûn dibînin ez di xaniyekî kirê de dijîm û ajokarê teksiyê me.”

“Mala me kirin kavil”

Hîşam gelek caran li nav taxên wêranbûyî yên Mûsilê digere û bîranînên xwe tîne bîra xwe:

“Ev der cihê bîranînên min e. Ez li vir jiyame, lê şerê ku hat serê me, em gihandin vê qonaxa niha. Mala me kavil kirin. Min lingekî xwe ji dest da. Ji ber wan şeran, ez tenê dibêjim Hesbûna Allah we nemel wekîl.”

Hîşam hefteyê 4 rojan diçe werzişê. Ew li hola voleybolê ya Mûsilê rahênanan dike.

10 lîstikvanên asntengdar tîmeke voleybolê çêkiriye. Tîma wan beşdarî qehremaniyên li ser asta Îraq, welatên Erebî û Asyayê dibe.

“Em dixwazin ji rewşa derûnî ya xerab derkevin”

Lîstikvanê Voleybolê Hîşam Ebdilxaliq wiha behsa hevalên kir:

“Bi Xwedê, têkildarî werzişê, em dixwazin ji vê rewşa derûnî ya xerab derkevin û rola me di civakê de hebe. Herwisa, ji bo ku em nefikirin ku ew der wêran bûne, çi hikûmî bin an taybet bin. Em dixwazin bi hev re beşdar bibin.

Hinan ji me lingên xwe ji dest dane yan her endamekî laşê xwe ji dest daye, gava em bi bi hev re dicivin, em hest bi tiştekî nakin. Em wekî bira û heval, ji bo aramiya derûna xwe û ji bo sûda laşê xwe dilîzin.

Ev 10 lîstikvan di nav xwe de lîstikekê saz dikin. Her du lingên Sefwan ji kar ketine lê teslîm nabe û dilîze.

“Lîstika voleybolê pir xweş e”

Lîstikvanê Voleybolê Sefwan Tofîq jî got:

“Lîstika voleybolê pir xweş e û ez hertim bi hevalên xwe yên lîstikvan re bi vê lîstikê dilîzim, daku ez alîkariya wan bikim, çimkî ew ciwan in û qurbaniyên şerê terorîstên DAIŞê ne.

Piraniya van lîstikvanan ji aliyê DAIŞê bi qestî wiha li wan hat kirin.”

Hîşam Ebdilxaliq wiha behsa sûdên voleybolê kir:

Berê, dema ku ez li malê bûm û bê heval bûm, wê çaxê derûna min pir xerab bû û ez herdem westiyayî bûm. Paşê, ez çûm wê derê û me hev nas kir.

Me behsa êş û janên xwe kir. Piştî ku me dest bi werzişê kir, em aram bûn û me ji bîr kir ku me endamên laşê xwe ji dest dane. Derûna me pir aram bû.”

Di heyama 3 salên şerê DAIŞê de li Mûsilê, hejmareke zêde ya ciwanên Mûsilê hatin kuştin. Hinek ji wan dest, ling û çavên xwe ji dest da û heta niha jî ji ber van janan dinalin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst