Alîgirên Scotlandê bi cil û bergên xwe yên taybet li Amedê geriyan

16-11-2022
RÛDAW
Îro tima Scotlandê û Tirkiyeyê li Amedê tên beramberî hev
Îro tima Scotlandê û Tirkiyeyê li Amedê tên beramberî hev
Nîşan Scotland Tirkiye Amed Futbol EURO 2024
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Scotlandiyên ku bo piştgiriya tîma welatê xwe hatine parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, berî pêşbirka futbolê, bi cilên xwe yên netewî li cihên dîrokî yên Amedê geriyan û  xelkê bajêr ligel wan wêne kişandin. Ew bi dîtina Amedê gelekî keyfxweş in.

Tîmên neteweyî yên Tirkiyê û Scotlandê, îşev 16ê Mijdarê li Stadyuma Amedê di çarçoveya amadekariyên Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) de tên beramberî hev.

Beriya pêşbirkê alîgirên Scotlandê hatin Amedê û deverên dîrokî û geştyarî yên bajêr geriyan.

Alîgirê tîma Scotlandê John Nicoi dibêje: “Min gelekî ji vir hez kir, rêber jî li gel me hene. Xwarinên vir gelekî xweş û bi tam in. Asman şîn e, roj bi şewqe, min şort li xwe kiriye, ez piştgiriyê didim Scotlandê.”

Biryar e îro 16ê Mijdarê demjimêr 20:00 tîmên Netewî yên Tirkiyê û Scotlandê yên futbolê li Stadyûma Amedê werin beramberî hev.

Berî lîstikê şeva 14ê Mijdarê tîma Scotlandê gihişte Amedê û şevê din 15ê Mijdarê jî tîma Tirkiyê gihişt Amedê. Amadekarî hemû b idawî bûne û kelecana lîstikê di nav dilsozên tîman de bilind bûye.

Alîgirê tîma Scotland Rich Richmond jî got: “Roja Sêşemê ez ligel hevalê xwe Ehmed çûm Stenbolê û piştre hatin vir. Ez ji xwarinên Tirkiyê gelekî hez dikim û vê sibê me xwarineke xweş xwar. Tîmeke me ya baş a futbolê heye, ez û kurê xwe hatine, em jî futbolê dilîzin. Cihên dîrokî, mirov û hewaya vir, hemû gelekî xweş in.”

Cara yekê ye ku li ser asta tîma netewî pêşbirkeyeke wiha li parêzgeha Amedê tê kirin. Tê çaverêkirin ku bi hezaran alîgirên tîma Scotlandê li Stadyûma Amedê amade bin û li lîstikê temaşe bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst