FIFA 2018 – Arjantîn û Îzlanda 1–1 wekhev man

16-06-2018
RÛDAW
Nîşan FIFA 2018 Arjantîm Îzlanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lionel Messi lêdaneke cezayê ji dest da û nekarî ji bo serkeftina yekem lîstika tîma Arjantînê ya di Kûpaya Cîhanî ya 2018an de alîkariya tîma xwe bike.

 

Di lîstika yekem û koma çarem de li stada Otkritie Arena ya li Moskowê Arjantîn û Îzlanda hatin hemberî hev û maç 1 – 1 wekhev ma.

 

 


 

Lîstikvanê tîma Arjantînê Sergio Agueroile di xuleka 19an de golek avêt û di xuleka 23an de jî lîstikvanê Alfred Finnbogason tîma Îzlandayê gola xwe avêt û gola yekem a tîma xwe ya di Kûpaya Cîhanî ya 2018an tomar kir.

 

 

 

 

Di gera duyem de Lionel Messi di xuleka 64an de lêdaneke cezayê ji dest da û nekarî ji bo serkeftina tîma Arjantînê alîkarî bike û di lîstika yekem de du puan ji dest dan.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst