Îşev Barselona û R. Madrîd rûbirûyê hev dibin

16-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Îşev lîstika dawî ya Kopa Şahê Sapaniyayê “Copa del Rey” li ser yarîgeha Mestalla Stadium, li bajarê Valensia di navbera tîma Real Madrîd û tîma Barcelona de birêve diçe.

Real Madrîd derbasî vê lîstikê dibe di demekê de ku di van hefteyên borî de encamên gelek baş bdestxistine, lê îşev dê bê Kristiano Ronaldo lîsika xwe bi Barcelona re bike.

Lê tîma Barselona di hefteyên borî de rûbirûyê du şikestinan hat ku di encam de ji hevrikiya şampyoniyaya Ewropayê derket, herwiha di rêzbendiya La Ligaya Spaniyayê de daket pileya sêyem li pişt Rela Madrîd.

Li gor medyaya werzişî ya Spanî, rahêner R. Madrid, Karlo Anselotti pilanek bihêz amade kiriye da ku Kopa Şahê Spaniyayê bidest bixe û yekemîn nasnava xwe bi R. Madrîd re tomar bike.

Lîstika dawî ya Kopa Şahê Spaniyayê, sibê, 16.04.2014, demjimêr 22:30 bi dema Hewlêrê birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst