Welatiyan li hemberî tundûtûjiya di werzişê de nerazîbûn nîşan da: ‘Werziş dostanî ye’

15-12-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Welatiyan li hemberî tundûtûjiya di werzişê de nerazîbûn nîşan da: ‘Werziş dostanî ye’
Welatiyan li hemberî tundûtûjiya di werzişê de nerazîbûn nîşan da: ‘Werziş dostanî ye’
Nîşan Werziş Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê tundûtûjiya di nav futbolê de, karvedan bi xwe re anîn.

Herî dawî Serokê Tîma MKE Ankaragucuyê Faruk Koca piştî maça tîma xwe ya bi Çaykur Rîzesporê re bi kulman êrişî hakemê maçê Halîl Umut Meler kir.

Êrişê gelek karvedan li pey xwe anîn. Niha jî li Tirkiyeyê sedemên tundûtûjiya li nav yarîgehên futbolê tê nîqaşkirin.

Hikûmet amadekariyê dike yasaya li dijî tundûtûjî ya nav stadyûman yasayên tundtir pesend bike lê li gorî nêrina welatiyan mijar bi yasayan çareser nabe û tundûtijî li Tirkiyeyê bûye çandek.

“Pêwîst e werziş bi armanca kêfxweşiyê were kirin”

Xwendekarê bi navê Alî Kanar got:

“Pirsgirêka tundûtijiyê di nav me de gelekî zêde ye. Em lîstik û rastiyê ji hev cuda nakin. Aliyê mijarê jî pêwendî bi çandê ve heye.

Li Tirkiyeyê çanda tundûtûjiyê gelekî zêde ye. Pêwîst e werziş bi armanca kêfxweşiyê were kirin.”

Alîgirê tîma Ankaragucuyê Metehan Karaduman jî got:

“Sedema serrke ew e ku bê edaletî heye, serokê me Faruk Koca berê jî gotibû eger tiştekî xirab çêbibe ez neberpirsiyar im.

Bêedaletî heye Federasyona Futbolê karê xwe bi başî nake, sedema sereke bêedaletî ye. Her kes me wekî Ankaragucu Faruk koca gunehbar dike.”

Karmendê bi navê Safet Erdemlî got:

“Bê guman gelek sedem hene lê sedema sereke ew e ku xelkê me êdî ji nirxên xwe yên neteweyî û manewî dûr ketiye.

Ne tenê di nav futbolê de ji ber ku em ji nirxên xwe dûr ketine di her qada jiyanê de tundûtijî heye. Bê guman gelek sedemên din jî hene.”

Xwendekarê bi navê Mehmet Alî Kanar anî ziman:

“Ji bo ku rêgirî li tundûtûjiyê bê kirin pêwîst e hikûmet yasayên baştir pêşkêş bike.

Kesên ku li yarîgehan eriş dikin pêwîst e demildest bêne peydakirin û cezayên wan jî giran be.

Pêwîst e em bizanin ku werziş dostanî ye ne dijminatî.”

“Desthilat bi xwe bêedalet e”

Alîgirê Tîma Anakaragucuyê Metehan Karaduman jî li ser tundûtûjiyê got:

“Pêwîst e di navbera tîman de edalet û wekhevî hebe lê hema desthilat bi xwe bêedalet e.

Pêwîst e edalet hebe, Fedarasyona Futbolê hemû îmtiyaz û derfetan nede 3 tîmên mezin.”

Karmend Safet Erdemlî got:

“Çareserî gelekî hêsan e. Perwerde xala herî giring e lê em dibînin kesên ku perwerde ditîne jî erişê dikin.

Loma tenê perwerde jî têrê neke, dîsa jî ez dibêjim perwerde xaleke sereke ye.

Pêwîst e ku her kes xwe baş nas bike û qedrê xwe bizane, da ku qedrê kesên din jî bizane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst