Tîmeke penaberan li Qeterê xwe ji bo Olimpiyatên Tokyo amade dike

15-07-2021
RÛDAW
Endamên tîma penaberan, niha li Qeterê rahênanê dikin
Endamên tîma penaberan, niha li Qeterê rahênanê dikin
Nîşan Olimpiyatên Tokyo Qeter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qeterê tîmên taybet ên werzişê hatine pêkanîn da ku beşdarî Olîmpiyata Tokyoyê bibin û di nav de werzîşvanên penebaran jî hene.

Endamên tîma penaberan, niha li Qeterê rahênanê dikin û xwe amade dikin da ku beşdarî Olimpiyatên Tokyoyê bibin ku îsal li Japonyayê tên kirin. Ew ê di 12 lîstikên cuda de pêşbaziyê bikin.

 Endameke vê tîma penaberan ji Başûrê Sûdanê Rose Nathike Likonyen a 28 salî ye ku niha li Kenya dijî dibêje: “Ez ji hemû lîstikvanên penaber daxwaz dikim, baştirîn tişt pêşkêş bikin, herwiha peyama hêviyê bidin hemû penaberên cîhanê, ji ber ew nûnertiya civaka penaberan li cîhanê dikin.”

Yekemîn tîma penaberan di sala 2016an de hat damezirandin ku wê demê ji 9 kesan pêk dihat û beşdarî Olimpiyatên Rio de Janeiro yên li Brezîlyayê bûn. Niha 29 endamên vê tîmê hene û ji hejmarek welat pêk tên wek: Efxanistan, Kameron, Kongo, Erîterya, Iraq, Başûrê Sûdanê, Sûdan, Vanezuella û Sûriyê û meha borî ji aliyê Komîteya Navdewletî ya Olimpiyatan ve ji nav 55 lêstikvanên penaber hatin helbijartin. Yek ji wan penaberê Sûrî Elaa Maso ye , ew hêvî dike ku bikaribin hêviyê bidin penaberên seranserî cîhanê.

Penaberê ji Sûriyê Alaa Maso jî got: “Bi nerîna min giringtirîn encama em bidest bixin wek lîstikvanên penaber, ew e ku em hêviyê li ba wan penaberan çêbikin ên ku nema baweriya wan bi wan tê, vîna em dê bidin penaberên din giringtirîn tişe em dikarin niha pêşkêş bikin.”

Tîma penaberan dê ji aliyê Komîteya Navdewletî ya Olimpiyatan û Komisyona Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve bên birêvebirin li Tokyo û ew dê ligel 206 tîmên din pêşbaziyê bikin di dema olimpiyatan de ku biryar e 23ê Temûzê destpê bikin û heta 8ê Tebaxê berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst