FIFA 2018 - Fransa bû xwediyê Kûpaya Cîhanê

Moskow (Rûdaw) – Di yariya fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de tîma welatê Fransayê li hember Xirwatyayê bi 4-2 serkeft û bû xwediyê kûpaya herî mezin a cîhanê.

 

Herdu tîmên fînalîst, Fransa û Xirwatya li Yarîgeha Lûjnîkî hatine hemberî hev. Di xuleka 18ê de Mario Mandzukîç bi şaşî golek li ser xwe tomar kir û Fransa 1-0 ket pêş.

 

Di xuleka 28ê de vê carê Îvan Perîsîc bi navê xirwatan golek avêt û encam bû 1-1 lê berî beşa yekemîn bidawî bibe, di xuleka 38ê de Griezmannê bi penaltiyê gol tomar kir encam kir 2-1.

 

Di beşa duyemîn de golên Fransayê li ser hev hatin. Di xuleka 59ê de Poul Pogba û di xuleka 65ê de Mbappe gol tomar kirin û encam bû 4-1.

 

Mario Mandzukiç di xuleka 69ê de xeletiya golparêzê fransî baş bikar anî û gol avêt û encam bû 4-2 û yarî bi vî encamê bdiawî bû.

 

Bi vî awayî Fransa piştî sala 1998ê, cara duyemîn bû xwediyê vê kûpayê.