Facebokê rekorên Kûpa Cîhanê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Facêbokê, ragihand di pêvajoya Kûpa Cîhanê ya Brêzîliya 2014an de li ser malper û medyaya civakî herî zêde behsa kûpa cîhanê hatiye kirin.

Li ser facebokê ji roja 12 Hezîranê heta 13 Tîrmehê ji aliyên 350 milyon kesan ve ji 3 milyaran zêdetir tiştên derbarê Kûpa Cîhanê ya 2014an de hatinê ecibandin (like), şirovekirin (comment) û parvekirin (share). Rayedarên facebokê ragihandin ku Kûpa Cîhanî ya 2014an di pêvajoya kûpayê de rekor şikandiye.

 

Lîstikên ku herî zêde li ser medyaya civakî hatine behskirin, wiha ne:

 

1.Lîstika fînalê ya Almaya û Arjantînê (ji aliyê 88 milyon kesan ve 280 milyon caran hatiye ecibandin, şirovekirin û parvekirin)

2.Lîstika nîvfînalê ya Brêzîliya û Almanyayê (ji aliyê 66 milyon kesan ve 200 milyon caran hatiye ecibandin, şirovekirin û parvekirin)

3.Lîstika yekemîn ya Brêzîliya û Kurwatiya (ji aliyê 58 milyon kesan ve 140 milyon caran hatiye ecibandin, şirovekirin û parve kirin)

4.Lîstika nîvfînalê ya Arjantînê û Holandayê (ji aliyê 39 milyon kesan ve 83 milyon cara hatiye ecibandin, şîrove kirin û parve kirin)

5.Lîstika ya Brezilyayê û Şîliyê (ji aliyê 31 milyon kesan ve 75 milyon cara hatiye ecibandin, şirovekirin û parvekirin)

Di Kûpa Cîhanê de bûyera herî bal kişandî; di lîstika nîvfînalê ya Brêzîliya-Almanyayê de lîstikvanê almanî yê bi navê Samî Khedîra bû ku di nav 7 xulekan de 4 gol avêt Brêzîliyayê.

 

Lîstikvanên ku zêde hatin behskirin jî wiha ne:

Neymar (Brêzîliya)

Lionel Messî (Arjantîn)

Crîstiano Ronaldo (Portugal)

Luis Suárez (Uruguya)

Davîd Luîz (Brêzîliya)

Júlio César (Brêzîliya)

Thomas Müller (Almanya)

Mesut Özil (Almanya)

Hulk (Brêzîliya)

Arjen Robben (Holland)

Mansiyon Mario Götze (Almanya)