Li Petersburg ji bo temaşikirna UEFA ‘Gundê Futbolê’ hate avakirin

St. Petersburg (Rûdaw) - Li bajarê Saint Petersburg ê Rûsyayê bo temaşekirina yariyên fotbulê yên UEFA EURO 2020 ciheke taybet hatiye amadekirin jêre dibêjin “Gundê Futbolê”. Çûna wî gundî û beşdarbûna çalakiyan, ji bo her kesekê serbest e, lê divê beriya her tiştî tedbîrên li dijî Coronayê bêne bicihkirin. Ji bo alîgirên tîman ku nikarin biçin qada lîstokê jî, ekranên mezin hatine danîn da ku bikarin li lîstokan temaşe bikin.

Li bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê her sal çalakiyên taybet ên werzişî birêve diçin. Îsal jî bi destpêkirina UEFA EURO 2020 re jî gundekî taybet ê futbolê li wir hatiye avakirin.

Meydana Konyuşenniy a li navenda Sant Peterbûrgê çendîn sal e ku mazûvaniya handerên futbolê dike. Îsal jî di destpêbûna UEFA EURO 2020 re li vir Gundê Futbolê hatiye vekirin.

Berpirsa Dilxwazan a Gundê Futbolê Anastasiya Nîkonova dibêje: “Gundê Futbolê ji destpêka Şampiyoniya EURO 2020 hatiye vekirin. Armanc, geşkirina avhewaya cejnane ye, da ku handêr li hev kom bibin, hestên xwe nîşan bidin û bezm û kefxweûiyê bikin. Li vir barê giran dikeve ser milê dilxwazan. Rojane ji 70 ta 100 dilxwaz xizmet û alîkariya handêran dikin. Rojên lîstikan, bê guman, handêr zêdetir tên ûkarê me jî zêdetir dibe.”

Di rastiyê de ne li bajêr, ne jî li Gundê Futbolê avhewaya cejnê zêde nayê hessîn. Dibêjin, ji ber ku EURO li çend welatan birêve diçe,  lewma jî handêrên biyanî kêm hatine. Lê diyar e herî zêde bijardeya Rûsyayê xeyala handêrên xwe şikênandiye.

Têketina Gundê Futbolê bo her kesî serbeste. Lê tedbîrên ewlehîiyê hîn sînordariyan jî bi xwe re tînin. Girêdana maskê merceke serekî ye, lê diyar e neçarî nîne. Ji bo handêran, bernameya hunerî û li qadên biçûk jî, çalakiyên werzîşî têne pêşkêşkirin.

Handêrê ji bajarê Obnînskê Sergey Babiçev jî got: “Lîstika pêşîn a bi beşadariya bijardeya me pir xweş bû. Belam tîma Belçîkayê xurtir bû. Lê hêviya min ew e, ku emê her ji grûpê derbikevin. Avhewa pir xweşe. Em tev malbat hatine, keça min, hevjîna min jî li vir in. Kêfa me pir bilind e.”

Hemû lîstikên Çampiyoniya Ewro ji ekaranên dêwîn têne weşandin û her kes dikare li gel handerên din, piştgiriya tîma xwe ya hezkirî bike.

Handêr û xwendekarê zakoyê Îgor Drozdov jî got: “Ez îro piştgirîya bijardeya birayên me Ukrayîniyan dikim, ku bi Holandiyan dilîzin. Bi alîkariya xwedê, ewê dê tiştekî bikin, qe na, berambere bimînin. Tîma Holandî tîmeke êrîşê ye, berevaniya wan lewaze û lewma jî dikarin çend golan berdin."

Handêrê ji Belçîkayê Pyer Myurens jî wiha axivî: “Ez hez ji mirovan dikim, hez ji dostaniya dikim. Pêşanke pir mezin û stadyum tije dibin. Ez, hez ji Rûsyayê dikim! Rûsya pir mezin e. Spas bo Bolşoyê!”

Li gorî bernameyê, lîstikên herî rengareng ên Çampiyoniya Ewrûpayê dê meha Temûzê li Meydana Serayan  bêne weşandin. Li vê derê wê Fan zone bê rêkxistin û ji bo temaşekirina girseyî, lîstikên pley - off bêne weşandin.