Euro 2016 - Fransa bi 2-0 ji Albanya bir

Navenda Nûçeyan – Tîma futbolê ya Fransa di çarçoveya Kûpaya Ewropayê de îşev bi tîma Albanya re lîst û bi encama 2-0 serkevtin bi dest anî.

 

Îşev çarşemî 15ê Hezîran a 2016, her du tîmên Fransa û Albanya di çarçoveya Kûpaya Netewên Ewropayê Euro 2016 hatin pêşberî hev.

 

Lîsti di saet 22:00 li gor dema Hewlêrê dest pê kir. Her du tîm heta xûlekên dawiyê nekarîbûn ti Golan tomar bikin û heta xûleka 90an lîstik bi encama 0-0 yeksan bû.

 

Di xûleka 90 a lîstikê de yarîzanê Fransî Antoine Griezman gola yekem avêt derwazeya Albanya û Fransa bi goekê pêş ket.

 

Di berdewamiya lîstikê de 5 xûlek dema zêde bo lîstikê hat diyarkirin û di xûleka 94an de yarîzan Dimitri Payetry gola duyem a Fransayê tomar kir û bi vî awayî Fransa bi encama 2-0 ji tîma Albanya bir.