Manchester City şampiyonî misoger kir

Hewlêr (Rûdaw) – Di Lîga Îngîltereyê Premier Lig de tîma Manchester City şampiyoniya xe ragihand.

 

Piştî ku di yariya hefteya 33emîn de tîma Manchester Uniten di mala xwe de li hember West Bromwich Albionê bi 1-0 têk çû, tîma Pep Guardiolayê bû şampiyonê xula nayabên Îngîltereyê.

 

Manchester City duh li mala Tottenhamê bi 3-1 serkeftibû.

 

Manchester City, di 33 heftiyan de bi 28 serkeftin, 3 yeksanî û 2 têkçûnan 87 xal komkirin.

 

Lîstikvanên Guardiola bi vî awayî di dîroka xwe de cara sêyemîn bûne şempiyonê Premier Ligê.

 

Ji bo bidawîbûna vê werzê hê jî 5 heftê mane û Manchester City eger di van yariyan de serbikeve dê rekorên nû tomar bike.