Federer û Nadal cardin dibin rikeberên hev

Navenda Nûçeyan - Tenîsvanê ji Swîsreyê Roger Federerê û yê ji Îspanyayê Rafael Nadalê dê di Tûrnûvaya Tenîsê ya BNP Paribas Indian Wellsê da bên pêşberî hev.


Roger Federer û Rafael Nadal herî dawîn di werza ewil a fînala tûrnûvaya grand slamê de li Awistiryayê hatibûn pêşberî hev.


Federer û Nadal îsal dê cara duyemîn di vê tûrnûvayê de bên pêşberî hev.


Herdu tenîsvan di tûra sêyemîn a tûrnûvaya bi destê Yekîtiya Tenîsvanên Profesyonel (ATP) li Kalîforniyaya eyaleta Amerîkayê hat çêkirin de hemû rikeberên xwe birin û di tûra çaremîn da bûn rikeberê hev.


Pêşbirka di navbera Federer û Nadal de dê sibê li gor saeta Kurdistanê di 03.00an de dest pê bike.