Beşiktaşê îtirazî maçê kir: 'Ew lîstikvan ne jin e, mêr e!'

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Beşiktaşê piştî ku li hemberî tîma Dilokê ALG Sporê 2-1 têk çû, îdia kir ku lîstikvana ALG Sporê Patricia Seteco mêr e.

Tîma Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ALG Spora ku di Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkiyeyê de ye, li stadyûma xwe bi Beşiktaş United Paymentê re lîst.

ALG Sporê li mala xwe Beşiktaş United Payment 2-1 têk bir. Gola serkeftinê ya ALG Sporê di xuleka 88an de ji aliyê listikvana Angolayî Patricia Mingas Afonso Seteco ve hat avêtin.

Klûba Beşîktaşê xwest ku zayenda Patricia Mingas Afonso Seteco bê lêkolînkirin.

“Nasnameya lîstikvanî bi awayê fermî guhertine”

Endamê Lijneya Rêveberiya Futbolê ya Beşîktaşê Firat Fîdan îdia kir ku lîstikvana ALG Sporê Patricia Mingas Afonso Seteco mêr e.

Fîdan got, “Bi fermî nasnameya lîstikvanê guhertine. Mêr wekî jin dane leyistin. Pir eyb e, heyf!”

“Li ser rûpela xwe ya Facebookê mêr xuya dike”

Rêveberê Tîmên Futbolê yên Jinan ên Klûba Beşiktaşê Hasan Sarigul jî got, “Em nikarin tekez bibêjin mêr e an jin e. Em ji tevgera lîstikvanê bi guman bûn.

Piştî wê, me li ser înternetê lêkolîn kir û rûpela Facebookê dît, mêr xuya dike.

Em dê serî li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bidin û bixwazin ku lêkolîn bê kirin.”