Amedspor bi formayê ku 'Narîn' li serê hatibû nivîsîn derket maçê
Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li deplasmanê tîma Bandirmasporê 1-0 têk bir.
Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 5emîn de li deplasmanê bi Bandirmasporê re lîst.
Amedspor bi formayê ku 'Narîn' li ser hatibû nivîsîn derket maçê.
Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê "winda" bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.
Lîstikvanê Amedsporê Adama Traore xuleka 2yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-0 bi dawî bû.
Nîva duyem jî bê gol bi dawî bû û maç 1-0 bi serkeftina Amedsporê qediya.
Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 8an û derket rêza 5an.
Amedspor 21ê Îlonê dê li mala xwe saet 19:00an bi Bolusporê re bilîze.