Tutumlu serkeftina xwe ya nû diyarî gelê Kurdistanê kir
Zinar Ala
Hewlêr(Rûdaw) - Ajovanê erebeyan yê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu Lopez bi erebeya Porsche 997 GT3 R û ligel Barzani Racing Team roja şemiya borî de, 7ê Îlonê, serkeftineke nû di cihana pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan de bidestxist. Vê carê meydana pêşbaziya navnetewî ya GT Open li Spa-Francrchamps (Belçîka) bû.
Tutumlu û hevrêyê xwe yê yewnanî Dimitris Deverikos, yê ku erebeya Porsche bi wî re parve dike, podyûma duyemîn bidest xistin.
Ajansa Ragihandinê ya Sporê CTR Press di nûçeyeke xwe de sebaret bi vê yekê ragihand ku Tutumlu û hevrêyê xwe Dimitris Deverikos bêyî ku çewtiyan bikin û di nav mercên dijwar de pêşbazî derbas kirin û dereceya duyemîn bi dest xistin. Isaac Tutumlu derbarê vê serkeftinê de ji CTR Press re got ku bidesxistina vê podyûmê bi saya xebata hevbeş ya di nav ekîbê de bû û ku vê ekîbê pêşbaziyeke tekûz çêkir. Navborî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdên Rojava û serkeftina xwe ya nû diyarî gelê kurd kir:
“Hez dikim ez spasiya hemû malbata Barzanî bikim ji ber piştgiriya wan ji min re, her wisa ez spasiya hemû sponsorên xwe û gelê Kurdistanê dikim. Bi taybetî di van kêlîkên pirr dijwar de, ji ber rewşa li Sûriyê ez vê podyûmê diyarî gelê Kurdistanê dikim. Ev podyûm ji bo hemûyan e.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Isaac Tutumlu di rojên 11 û 12ê Gulana borî de beşdarî pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan li bajarê Algarve (Portugalê) bû û bo yekemîn car, tevî ala Kurdistanê, derketibû ser podyûmê, ji ber wergirtina xelata pileya sêyemîn di pêşbaziya Spanya Iber GT de. Herwiha Tutumlu di rojên 15 û 16ê Pûşbera borî de beşdarî pêşbaziya GT Open li meydana pêşbaziyan li Jerez (Spanya) bû û bi heman erebeya Porsche 997 GT3 R ya Autorlando Sport ligel hevrêyê xwe Dimitris Deverikos pileya yekemîn stand.
Vîdyoyên derbarê ajotina Isaac Tutumlu û xebata Barzani Racing Team di pêşbaziyên navnetewî de di kanala Isaac Tutumlu Lopez ya Yotube de hatine weşandin. Girêdana wê jî ev e: http://www.youtube.com/user/isaactutumlu
.