Hezkiriyên raftîngê berê xwe dan Çemê Munzurê

Dêrsim (Rûdaw) – Virusa coronayê dibe ku gelek çalakiyên civakî û keyfên jiyanî asteng kiribe lê nekarî rê li ber werîşvanên rafting li Çemê Munzurê li Dêrsimê bigre.

Virusa koronayê gelek çalakiyên civakî û kêfa jiyanê asteng kiriye, piraniya xelkê ji malê diçin kar û ji kar jî vedigerin malên xwe, ti çalakiyên din nema ne. Lê şert û mercên jiyanê çi jî bin, nikarîbûn rê li ber werzişvanên raftîngê bigrin.

Geliyê Mûnzûrê îsal jî weke salên berê, bû sitargeha werzîşvanên raftîngê û bi dehan hezkiriyên wê werzişê ji bajarên weke Amed, Çewlig û Mêrdînê berê xwe dane Çemê Munzurê.

Ji ber ku Dêrsim ligel ciwaniya xwezaya xwe, ji bo werzîşa rafting, kano û zeplîne jî gelekî guncaw e, ev bajarê Bakurê Kurdistanê di rêza sereke ya lîsteya kompanyayên geştiyariyê de cî digre.

Ji ber ku Dêrsim digel delaliyên xwezaya xwe ji bo werzîşa rafting kano û zipline jî gelek guncav e û di rêza sereke ya lîsteya kompanyayên geştiyariyê de ye.

Rêvebirê Kompnayayê Geştiyariyê Ahmet Yavuz ji Rûdawê re diyar kir ku tevî pandemiyê xwasta li ser rafting zêde ye û ew hêvî dikin rêjaya geştyaran dê zêdetir bibe.

Werzîşvanên raftîngê jî gelek keyfxweş in û dixwazin hemû hezkiriyên werzîşê ji xwezaya efsûnî ya Dêrsimê kêm nemînin. 

Werzîşvan Esma Yeloglu jî got: “Cara yekemîn e ez têm Dêrsimê. Ev der ciheke gelek xweş e. Min hêvî nedikir ku ev der ewqasî xweş e. Ava Çemê Munzurê xweş û pak e.”

Werzîşvan Serhat Çukurca diyar kir ku ew xelkê Colemêrgê ye û got: “Min reklama wê dîtin û hevalên min jî gazî min kirin. Ez hatime Çemê Munzur û Dêrsimê bibînim.”

Çemê Munzurê ji bo werîşa raftîngê parkura herî dirêj a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û dirêjahiya wê 36 kîlometre ye.