FIFA 2018 - Belçîka bû sêyemê Kûpaya Cîhanê

14-07-2018
RÛDAW
Nîşan FIFA 2018 Kûpa Cîhanê Rûsya Belçîka Îngîltere Futbol
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de herdu tîmên welatê Belçîka û Îngîltereyê ji bo pileya sêyem û çarem hatine pêşberî hev û Belçîka bi golên Meunier û Hazardê li hember rikberê xwe bi 2-0 serkeft.

 

Tîma Belçîka û Îngîltereyê li Yarîgeha Saint Petersbûrgê hatine pêşberî hev.

 

Di xuleka 4ê de yarîzanê belçîkî Meunier golek tomar kir û beşa yekemîn a lîstokê bi 1-0 di berjwendiya Belçîkayê de bidawî bû.

 

Di xuleka 82yê de vê carê stêrkê Belçîkayê Eden Hazard golek avêt û lîstok bi 2-0 bidawî bû. Bi vî awayî Belçîka di Kûpaya Cîhanê ya futbolê de bû sêyemîn û Îngîltere jî bû çaremîn.

 

Herdu tîm di qonaxa koman de jî hatibûne pêşberî hev û Belçîkayê bi 1-0 ji Îngîltereyê biribû.

 

Di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de şampiyon dê sube diyar bibe. Herdu tîmên Fransa û Xirwatya dê ji bo bidestxistina kûpaya mezin rikeberiyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst