Denîzê Kurd bi hawara tîma xwe ve gihişt

Hewlêr (Rûdaw) - Stuttgart bi gola lîstikvanê Kurd Denîz Undav 1-0 zora Augsburgê bir.

Stuttgart di çarçoveya hefteya 16emîn a Bundesligayê ya Almanyayê de li deplasmanê derket pêşberî Augsburgê.

Di maça li WWK Arenayê de Stuttgart 1-0 bi ser ket.

Futbolîstê navdar ê Kurd Denîz Undavê ku destpêka Çiriya Paşîn seqet bûbû piştî wê demê maça xwe ya ewil lîst.

Denîzê ku nîvê duyem ket maçê bi hawara Stuttgartê ve çû û golek kir.

Stuttgart bi vê gola Denîzê Kurd bi ser ket.

Denîz îsal di 10 maçên Bundesligayê de lîstiye û 6 gol kirine.

"Veger gelekî xweş e”

Undav piştî maçê ji medyaya Almanyayê re got:

"Veger gelekî xweş e. Ez kêfxweş im ku min bi golekê alîkariya tîma xwe kir."

Stuttgart dê di nava vê hefteyê de di lîgê de bi RB Leipzigê re bilîze.