Serokê Amedsporê bi otomobîla xwe qeza kir

14 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Amedspor Azîz Elaldi Qeza Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Azîz Elaldi li Îzmîrê bi otomobîla xwe qeza kir.

Serokê tîma bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Amedsporê Azîz Elaldi li navçeya Bayrakliyê ya parêzgeha Îzmîrê yê Tirkiyeyê bi otomobîla xwe qeza kir.

Tîmên tenduristiyê yên ku li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê Elaldi bir Nexweşxaneya Bajêr a Bayrakliyê.

Berpirsê Ragihandinê ya Amedsporê û Endamê Desteya Rêveber a tîmê Bekir Guneş li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Guneş ragihand, dema Serokê Amedsporê bi otomobîla xwe diçû cihekî li navçeya Bayrakliyê ya Îzmîrê qeza kiriye.

Bekir Guneş diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Azîz Elaldi baş e lê çend parsû û hestiyên wî şikestine.

Berpirsê Ragihandinê ya Amedsporê got:

“Serokê me niha li Nexweşxaneya Bajêr a Bayrakliyê tê dermankirin.

Tiştekî mezin nîne û rewşa wî ya baş e.

Ew dê li gorî rewşê û çavdêriya bijîşkan çend rojan li nexweşxaneyê bimîne.”

Li aliyê din, Amedsporê jî li ser qezayê ji hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

“Serokê me Azîz Elaldi dema li Îzmîrê bi otomobîla xwe diçû qeza kir.

Serokê me piştî qezayê ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Bayrakliyê hatiye rakirin û metirsî li ser jiyana wî nîne.

Li hinek cihên laşê wî şikestin çêbûne û li nexweşxaneyê çareseriya wî berdewam e.

Hûrgilî dê piştre bi raya giştî re werin parvekirin. Em hêviya silametiya bilez a serokê xwe dikin.”

Azîz Elaldi 11ê Hezîrana 2024an di kongreya Amedsporê de bi piraniya dengan careke din wekî Serokê Amedsporê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst