Tîma Raftîngê ya Colemêrgê xwe ji bo şampiyonayê amade dike

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma raftîngê ya ku li Colemêrgê hat avakirin, ji bo “Şampiyonaya Stêrkên Anadoluyê” amadehiyên xwe didomîne.

Biryar e li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 15-17ê Tebaxê şampiyonaya raftîngê were lidarxistin.

Di çarçoveya Projeya "Lîga Stêrkên Anadoluyê" ya Wezareta Ciwanî û Werzîşê ya Tirkiyeyê de werzişvanên tîma raftîngê ya Colemêrgê di Ava Zapê de amadehiyên xwe dikin. 

Werzişvan di çavdêriya Antrenor Selçuk Tunç û Ramazan Îlhan de dixebitin ku li Dêrsimê serkeftî bibin.

Ji werzişvanan Dîlek Erîp diyar kir ku ew dixwazin di Şampiyonaya Stêrkên Anadoluyê de bibin yekemîn.

"Armanca me ew e ku em bi madalyonê vegerin bajarê xwe"

Dîlek Erîpê amajê pê kir ku armanca wan madalya ye û got:

"Ez nêzîkî 4 salan e bi raftîngê re mijûl im. Em ê di pêşbaziyê de nûnertiya bajarê xwe bikin. Em rojê 4 saetan antrenmanan dikin.

Armanca me ew e ku em bi madalyayê vegerin bajarê xwe."