Bêyî pere 5 lîstikvan kirîn

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Zaxoyê ku amadekariyên werza nû ya Xula Iraqê dike, bêyî 1 dînarê bide, 5 lîstikvan anîne nav refên xwe.

 

Tîma Zaxo di çarçoveya amadekariyên werza nû ya Xula Iraqê de hewl dide tîma xwe bihêz bike.

 

Tîmê li gel lîstikvanê tîma Zêrevanî Bîlal Ehmed, lîstikvanê tîma Şêrwane Mihemed Sabir, lîstikvanê tîma Zewra ya Iraqê Hatem Zîdan, lîstikvanê tîma Sanai ya Iraqê Mihemed Xelîl û lîstikvanê tîma Kerx a Iraqê Heyder Elbûlcebar girêbest mor kir.

 

Endamê Desteya Rêveberiya Tîma Zaxoyê Loqman Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku bêyî ku ti pareyekê serf bikin, li gel van her 5 lîstikvanan girêbest mor kirine û ew anîne nav refên xwe.

 

Îbrahîm dazanîn ku wan li gel lîstikvanên xwe Dilovan Mehdî (golparêz), Casim Mihemed (defans), Diyar Yaxî (defans) û Huner Ehmed (forvet) jî girêbest nû kirin.

 

Loqman Îbrahîm herwiha diyar kir ku ji bo veguhestina êrîşberek bi hêz (forvet) li gel lîstikvan Ebdulselam Vîtorî yê Lîbyayî di diyalogê de ne û dixwazin formeya Zaxo bixin ber wî.