Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê navçeya Mirgewerê ya bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pêşwaziyeke germ li yarîzanê navdar ê Kurd Wurya Xefûrî ku berî çend rojan dev ji futbolê berdabû kirin.
Wurya Xefûrî roja Duşemê serdana bajarê Urmiyê û navçeya Mirgewerê kir. Xefûrî çû navçeya geştyarî ya Sûledûkelê, lê karwana xelkê her li pey wî meşiyan.
Herwiha Wurya Xefûrî li wê navçeyê çû hotêlekê û cilûbergekî Kurdî bi cemedaniyê ve pêşkêşî wî hatin kirin. Xefûrî jî weke her car ji dil rêz li wê diyariya Kurdane girt.
Qerebalixiya xelkê li ber deriyê hotelê ew qasî zêde bû ku Xefûrî nekarî bi dilê xwe di nav xelkê de bimîne. Tevî ku gotibû, ew hatiye xelkê bibîne, lê weke ku dixwast neçû serî, neçar ma wî cihî bicî bihêle.
Wurya Xefûrî di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de navdartirîn yarîzanê futbolê ye. Nav û dengê wî ne tenê ji ber futbolê bû, belkî helwestên wê yên piştîvanîkirina xelkê, rehenda bihêz a kesayetiya wî ye. Her ew helwest jî bûn sedem ku di cîhana futbolê de gelek bê sînordarkirin. Di dawiyê de, di asteke bilind de dest ji lîstikvaniyê berda.
Di daxuyaniya xwe ya xatirxwestinê de Xefûrî wiha dibêje “Temenê min ê futbolê weke lîstikvan bidawî hat. Min hez dikir di rewşeke asayî de xatirê xwe bixwazim, lê mixabin çênebû. Min dixwest êşa xatirxwstinê bi amadebûna xelkê kêm bikim.”
Helwestên Wurya weha kirine, dema xelk wî dibîne çi ji dest were pêşkêş bike. Her kesek jî dixwaze bi nîşandana çîroka nav dilê xwe de li kêleka wî stêrkê Kurd bihê dîtin.
Futbolîstê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Wurya Xefûrî ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelekî navdar e, ragihandiye ku ew dê di 31.05.2023yan de bi fermî dest ji futbolê berde.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse