Tîma Jinan a Amedsporê bo Rûdawê: Me nû destpê kir, encam dê şampiyonî be

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Jinan a Amedsporê û tîma jinan a Fenerbahçeyê li Amedê di 8emîn hefteya lîga super a jinan de hatin hemberî hev. Lîstik li yarîgeha Şêxmûs Ozer a Amedsporê hat lîstin. Bi gola lîstikvana Gurcistanî Bakradze Teona ya di deqeya 87an de, tîma Amedsporê bi encama 1-0 serkeftin bidestxist û 3 puanên lîstikê qezenc kir.

Di heştemîn hefteya lîga super a jinan de di gruba B’yê de li Amedê li stadyuma Şêxmus Ozer a Amedê tîma jinan a Amedspor û Fenerbahçe hatin hemberî hev.

Amedspor di nîveka duyem a yarîyê de bi gola lîstikvana Gurcî Bakradze Teona di deqeya 87mîn de 1-0 ket pêş û lîstik bi vê encamê bidawî bû.

Piştî lîstikê futbolîst û alîgirên Amesporê serkeftina li hember Fenerbahçeyê pîroz kirin û kêfxweşîya xwe anîn ziman.

Remziye Bakir, lîstikvana Amedsporê ji Rûdawê re dibêje, “Ji ber vê serkeftinê em gelek bextewerin. Em vê serkeftinê diyarî alîgirê xwe dikin.”

Zehra Acar, yarîzaneka din a Amedsporê jî got, “Pêşî ne hêsan bû. Me zehf xwest em di vê lîstikê de biserkevin. Em zehf reviyan, me xwest em gol bavêjin, alîgirên me jî hatin û wan me tenê nehîştin. Spas ji bo wan jî.”

Gozde Alçû lîstikvaneka din a Amedsporê diyar kir, “Îro bi giştî em serdest bûn. Îro Amedsporek gelek cuda hebû. Wek tîma jinan a Amedsporê ji ber em biserketin em gelek gelek bextewerin. Înşalah dewamiya serkeftinan dê were. Me nû destpê kir.Temaşe bikin hûn dê bibînin ku dê encama vêya bibe şampîyonî.”

Amedspor ku di gruba B a lîga super a jinan de ye, di 9emîn hefteya lîgê de dê li Edenê bi Adana Idmanyurduspor re were hemberî hev.

Alîgirê Amedsporê, Salîh Kaya dibêje, “Me ev 3 puan girt. Fenerbahçe jî tîmek serkeftî ye wek Amedsporê. Ji ber me ev sê puan stend em gelek kêfxweş bûn. Bila her bijî Amedspor.”

Alîkarê Serokê Tîma Jinan a Amedsporê, Cahît Akin jî ji Rûdawê re got, “Demek dirêj bû me ked dida lê em nedigîhiştin armancê. Îro serkeftin çêbû em gelek kêfxweş in.”

Rahênerê Tîma Jinan a Amedsporê, Remezan Erîn jî got, “Ev lîstik lîstikeke gelek bikêf bû.Tiştên me dixwest me pêk anî û me qezenc jî kir”.

Tîma jinan a Amedsporê bi vê encamê puanên xwe derxist 10an û di rêza 5an de grubê de ye, dê di nehemîn hefteya lîgê de jî roja 18ê vê mehê bi Adana Idmanyurdusporê re bilîze.