Berî lîstika li Aksarayê gef li alîgirên Amedsporê hat xwarin

Hewlêr (Rûdaw) - Berî lîstika Amedsporê ya li bajarê Aksarayê yê Tirkiyeyê gef li alîgir û lîstikvanên wê tîma Bakurê Kurdistanê hat xwarin.

Amedspor dê roja yekşemê li bajarê Aksarayê bi tîma 68 Aksaray Belediyesporê re bilîze

Berî wê lîstikê grûbeke alîgirên wê  tîmê ya bi navê “68 Ergenekon” li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gef li Amedspor, lîstikvan û alîgirên wê xwar.

Grûba navborî ew daxuyaniya ku tê de gefan dixwe bi ser navê “Parastina Bajar” belav kir û got:

“Roja lîstikê, berî lîstikê û piştî lîstikê armanc û daxwaza me ya sereke ew e ku em naxwazin alîgir, forma û şalên Amedsporê li bajarê xwe bibînin.

Eger em dirûşmên piştevaniyê û grûbên wiha bibînin em qet xwe ji midaxalekirina wan nadin paş û em vê yekê ji raya giştî û alîgirên Aksarayê re radigihînin.”

Ev 7 sal in Amedspor bê alîgir beşdarî lîstikên li stadyûmên hevrikên xwe dibe û qedexeya alîgiran li ser e.

Desteya Ewlehiya Werzişê ya Bajarê Stenbolê roja 3ê Îlona 2023yan di lîstika bi tîma Sariyerê ya Stenbolê de jî qedexe kiribû ku alîgirên Amedsporê herin stadyûmê.  

Beşek ji alîgirên Amedsporê ku piştî lîstikê dixwest lîstikvanên tîma xwe bibînin rastî êrîşa çend alîgirên tîma Sariyerê hatibûn.