Futbolîstê Portugalî yê Amedsporê bi Kurdî lêborîn xwest

12-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Bruno Lourenço Lêborîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Portugalî yê Amedsporê Bruno Lourenço ku duh di maça Fatih Karagumrukê de seqet bû û ji maçê derketibû, bi Kurdî ji ber performansa xwe ya xerab lêborîn xwest.

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor duh yekemîm lîstika xwe li Stenbolê bi tîma Fatih Karagumrukê re lîst.

Maç 0-0 bi dawî bû.

Futbolîstê Portugalî yê Amedsporê Bruno Lourenço di maçê de seqet bû û paşê jî ji maçê derket.

Bruno Lourenço li ser hesabê xwe yê Instagramê bi Kurdî daxuyanî da û ji ber performansa xwe ya xerab lêborîna xwe xwest.

Bruno Lourenço wiha got:

“Ji ber ku min nekarî alîkariya tîmê bikim û ez ne di asta xwe ya herî baş de bûm gelekî xemgîn im.

Ez soz didim ku bi awayî bihêztir vegerim û ji klûbê re gelekî bibim alîkar.

3 hefte man ez dê dîsa bi were bim. Ez jî ji vê malbata Kurd im.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst