BRÎTANYA – Lîstikvan bi 1 Sterlînê

Navenda Nûçeyan – Di Lîga 1 a Brîtanyayê de tîma Bradford City, lîstikvanê Îrlandî Ceolin Doyle bi bihayê sterlînekê veguhest nav refên xwe.

 

Di dîroka futbola Brîtanyayê de bûyerek sosret rûda.

 

Golparêzê Îrlandî ya tîma Blackpool, dema di sala 2015ê de li gel tîma xwe girêbest mor kir, ev şert danî girêbestê.  “Heger tîm bikeve lîgek jêr, dikare bi 1 sterlînê here tîmek din.”

 

Blackpool par ji lîga 1ê hat xwarê û golparêzê Îrlandî jî bi 1 sterlînê girêbest li gel tîma Bradford City morkir.

 

Ji avê erzantir e

 

Tîma Bradford City bi vî awayî bi sterlînekê golparêz Colin Doyle anî nav refên xwe.

 

Colin Doyle beriya niha di tîma Birminghamê û herwiha tîma neteweyî ya Îrlandayê de jî lîstiye.