Hekemekî îtalî dê lîstika fînala kûpaya cîhanê birêve bibe

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hekemê îtalî yê bi navê Nîcola Rîzzolî dê lîstika fînala Kûpa Cîhanî ya Brêzîliya 2014an birêve bibe. Di fînalê de dê Arjantîn û Almanya bi hev re bilîzin.

Li gorî  agahdariya ku di  malpera (Federasyona Navdewletî ya Fûtbolê)  FIFAyê de hatiye belav kirin, hekemê îtalî Nîcola Rîzzolî dê serpereştiya lîstika fînalê ya kûpaya cîhanî ya Brêzîliya 2014an bike.

Fînala di navbera Arjantîn û Almanya de,  dê roja 13ê Tîrmeha îsal (sibê) û saet 22:00 bi dema Hewlêrê were lîstin.

Rîzzolî, di kûpaya 2014an de heta niha serpereştiya lîstikên di navbera  Spanya-Hollanda,  Nîjeriya-Arjantîn û Belçîka- Arjantînê kiriye. Bi vê lîstika fînalê ve dê cara çarem bibe  hekem.

Di lîstika fînalê de alîkarên Rîzzolî dê hemwelatiyên wî yên bi navên Renato Faveranî û Andrea Stefanî bin, hekemê çarem jî dê Carlos Vera yê Ekvadorî be.

Rîzzolî beriya niha serpereştiya gellek lîstikên grîng kiriye. Wek nimûne, di 2011an de di Kûpaya Kulûban a Dinyayê ya FIFAyê de hekemtiya 2 lîstikan kiribû. Herweha di Kûpaya Cîhanê ya Ciwanên temenê wan di bin  20 salî de ne, de jî  ku li Tirkiyê  hatibû lidarxistin 2 lîstik îdare kiribû.

Di sala 2013an de jî di Lîga Şampîyonan de, fîtik ji lîstika  Bayern Munîh- Borussia Dortmund re lêxistibû.

Nîcola Rîzzolî, di dîroka Kûpaya Cîhanê de sêyemîn hekemê îtalî ye ku dê serpereştiya  lîstika  fînalê bike. Di sala 1978 an de Sergio Gonella û di sala 2002 an de jî Pierluigi Collina  serpereştiya lîstika fînalê kiribûn.