Di Lîga Ewropayê de Ajax û ManU bûne fînalîst

12-05-2017
RÛDAW
Nîşan UEFA Ajax Manchester United
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de tîma îngîlîzî Manchester United û ya holandî Ajax gihiştin fînalê.

 

Di yariyên nîvfînala UEFAyê de tîma Manchester United ligel hevrikê xwe yê îspanî Celta Vigo bi 1-1 wekhev ma.

 

Di yariya Old Traffordê de ManU bi gola Marouane Fellaini ya xuleka 17ê de 1-0 kete pêş. Tîma mêvan Celta Vigo jî di xuleka 85ê de bi gola  Facundo Roncaglia encamp kire 1-1 û yarî bi vî awayî bidawî bû.

 

ManU yariya yekemîn 1-0 biribû, lewma derkete fînalê.

 

Ajax piştî 25 salan derkete fînalê

 

Di yariya din de tîma Ajaxê bû mêvanê tîma Fransayê Olympique Lyonê.

 

Di yariyê de gola yekemîn di xuleka 27ê de ji yarîzanê Ajaxê Kasper Dolberg hat û Ajax 1-0 kete pêş lê di xulekên 45 û 45+1ê de bi golên Alexandre Lacazette encamp kire 2-1.

 

Lyon bi gola Rachid Ghezzal a di xuleka 81ê de encamp gihande 3-1ê lê vê yek3e têrê nekir da ku bigihe fînalê. Jiber ku di yariya yekemîn de Ajax 4-1 biribû.

 

Ligel vê encamê Ajax piştî 25 salan careke din di Lîga Ewropayê de gihişte Fînalê.  

 

Yariyta fînalê dê di navbera Manchester United û Ajaxê de, roja 24 Gulanê, li yarîgeya Friends Arena ya Stokholmê were lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst