VÎDEO - Piştî maçê ew da ber qamçiyan!

Hewlêr (Rûdaw) – Di fînala Kupaya Super a Erebistana Siûdiyê de Al-Hilal û Al-Ittihad hatin pêşberî hev.

Al-Hilal bi encamê 4 û 1ê bi ser ket.

Alîgirekî piştî maçê futbolîstê Al-Ittihadê Evdirezak Hamdalah da ber qamçiyan.

Di dîmenan de xuya dibe ku dema Evdirezak Hamdalah ji qada lîstikê derdikeve kesek bi qamçiyan lê dixe.

Hevalên Evdirezak Hamdalah yên lîstikvan jî bi kulman êrişî wî şexsî dikin.

Pêywirdarên stadyumê jî midaxeleyî wî kesî dikin û wî dûr dixin.

Ev kêlî di demeke kurt de ji aliyê gelek kesan ve li ser torên torên civakî hatin belavkirin.