Amedsporê di grûpa sor de xwe ji şampiyoniyê re sor kir

12-02-2024
Abdulselam Akinci
Alîgirên Amedsporê/Wêne: Rûdaw
Alîgirên Amedsporê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Uşakspor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi serkeftina li hemberî Uşaksporê hêviyên Amedsporê yên ji bo şampiyoniyê geş bûn.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li stadyûma xwe mazûvaniya Uşaksporê kir.

Di yarîya ku bi hezaran alîgirên Amedsporê bi çoşeke mezin piştgiriya tîma xwe kir golên yarîzanên Amedsporê bûn baran bi ser Uşaksporê de bariya.

Tîma Amedsporê li hemberî tîma futbolê ya Uşaksporê bi encama 8-0 bi ser ket.

Tîma Amedsporê li hemberî tîma futbolê ya Uşaksporê bi golên Berk îsmaîl ûnsal (2), Çekdar Orhan (2), Yakal Taylan (2), Velî Çetîn (1) û Mert Çapar (1) 8-0 bi ser ket.

Bi vê encamê Amedsporê puanên xwe ji 47an derxistin 50î û derket rêzaduyemîn û ferqa di navbera Amedspor û pêşengê lîgê Îdirê de daket du puanan.

Piştî yarîyê rahênerê Amedsporê Mesût Bakkal kêfxweşiya ji mikrofona Rûdawê re anî ziman û alîgirên Amedsporê jî serkeftina xwe bi dîlan û stranan nişan da.

Di serkeftinê de para alîgiran gelekî zêde ye”

Rahênerê Amedsporê Mesût Bakkal got, “Cidiyeta ku em di her yariyekê dinerin vê encamê ji me re anî.

Îro avêtina 8 golan serkeftinek mezin e. Ez spasiya alîgirên me dikim. Coşa wan li ser me gelekî bandorê dike.

îro heke me serkeftinek bi 8 golan bidestxistibe para alîgiran tê de gelekî zede ye.”

Bi hezaran alîgirên Amedsporê jî piştî yariyê govend gerandin û bi coşeke mezin sozên berdewamiya piştgiriya xwe ji Amedsporê ragihandin.

Alîgirê Amedsporê diyar kir, “Vê hefteyê xweş qezenc kir, rehet jî qezenc kir. Bi vî awayî dewam bike baş e.”

“Hêvî û daxwaziya me şampiyonî ye”

Alîgirekî din ê Amedsporê hêviya xwe wiha anî ziman “Hêvî û daxwazîya me şampîyonî ye.”

“Amedspor mezinbûna xwe nîşan da”

Alîgirekî Amedsporê jî got, “Amed tîmeke pir mezin e. Mezinbûna xwe nîşan da, înşelah dê wer dewam bike.”

Di hefteya 25emîn de yarîgek girîng jî li Kastamonuyê di navbera pêşengê Grûpa Sor Îdirspor û duyemînê grûpê Kastamonusporê de hat lîstin.

Li deplasmana Kastamonûyê Îdir û kastamonuspor 1-1 beramber man.

Bi vê encama vê hefteyê di navbera Amedsporê û pêşengê lîgê Îdirê de ferq daket du puanan û di hefteyên pêş de şansê tîma Amedê ji pêşengiya Grûpa Sor jî zede bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst