Amedsporê Fenerbahçe 1-0 têk bir

11-12-2022
RÛDAW
Amedsporê Fenerbahçe 1-0 têk bir
Amedsporê Fenerbahçe 1-0 têk bir
Nîşan Amedspor Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Tîma Futbolê ya Jinan a Fenerbahçeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 1-0 Tîma Futbolê ya Jinan a Fenerbahçeyê têk bir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya di Koma B ya Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de ye îro bi Tîma Futbolê ya Jinan a Fenerbahçeyê ra hat hemberî hev.

Lîstika di navbera Amedspor û Fenerbahçeyê li Stada Şeymus Ozer a Amedê hat lîstin.

Di lîstika hefteya 8emîn de Amedsporê bi gola Bakradze Teona di xuleka 87emîn de Fenerbahçe 1-0 têk bir.

Amedspor a ku niha bi 10 puanan di rêza 5emîn de ye, di 18ê Berfanbarê de dê bi Adana Îdmanyurdusporê ra bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst